NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, dê serlêdana rojnameger û nûçegîhanê Die Welt Deniz Yucel ku tevî Midûrê ajansa me dîhabarê Omer Çelîk girtî tê darizandin, di demek nêzîk de lekolîn bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), agahî da parêzerên nûçegîhanê Die Welt Deniz Yucel ku tevî Midûrê ajansa me dîhabarê Omer Çelîk rojnameger Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ji heman dosyayê girtî tên darizandin û diyar kir ku dê di demek nêzîk de lekolîn bike. Li gorî agahiyên rojnameya Die Welt û parêzerê Yucel Prz. Veysel Ok , serdana gli ya DMME'ê dê bê lêkolînkirin. DMME teblîgat da parêz û diyar ku dê serledna wan di demek nêzîk de lêkolîn bike.
Rojnameger Denîz Yucel di 15'e Sibatê de ji bo îfade bide çûbû midûriyeta polîsan û hatibû binçavkirin. Yucel di 27'ê Sibatê de hatibû binçavkirin û şandibûn Girtîgeha Sîlîvrîyê. Li ser vê yekê parêzerên Yucel girtina Yucel îtîraz kiribûn.