RIHA - Xana Çubukçu ya dîrokî ya Rihayê hildiweşe. Esnafan diyar kirin ku ji ber dîtbariya wê mirov ditirsin bikevin hundirê xanê û sozên ji bo restorasyonê hatine dayîn, bi cih nehatiye.
Xana Çubukçu ku xwedî dîrokekî 200 salî ye û li Bazara Keçecîler a navçeya Eyyubiya Rihayê ye ji qedera xwe re hatiye hiştin. Cihwarê dîrokê ku di demên cuda de wekî otel û axir hat bikaranîn, dema dirêje bûye navenda bazirganiy esnafên bajar. Xana dîrokî ku stûn û dîwarên wê kelişîne her roja diçe bêhtir xirap dibe. Xan ji ber hilweşînan esnafan dixe nava fikarê û ji bo avahiyên derdora xwe jî risk çêdike.
‘XAN TUNE DIBE’
Esnafê bi navê Ferhat Bulter ê li Xana Çubukçu wumaşê herêmî difiroşe diyar kir ku ew di tirsin k udi nava xana ku hildiweşe tevbigerin û wiha got: “Di dîwar û stûnên xanê de qelişînên mezin hene. Ji serê dîwar kevir dikevin. Rayedaran gotin ew ê xanê restore bikin lê sozên wan di gotinê de mane.”
ESNAFÊN XANÊ DERIYÊN DIKANÊN XWE DIGIRIN
Esnafê bi navê Îsmaîl Balak (37), da zanîn ku mayîna wan a li nava xanê rîskek mezine û wiha pêde çû: “Ji ber rewşa xanê kiriyar ditirsin bikevin hundir. Ji ber krîza aborî û nehatina kiriyaran em mecbûr man deriyê dikanê bigirin. Ne ez tenê hemû esnafên vir mecbûr man deriyan bigirin. Kesên negirin jî vir wekî depo bikar tînin. Esnafên xanê bi îmkanên krediye ji bo xan hilneweşe hinek hewldan meşandin lê têrê nekirin.”
RESTORASYONÊ HEQ DIKE
Mehmet Al (69) ê ku ji sala 1955’an were li Xana Çubukçu pêlavan çêidke anî ziman ku divê xan demek kurt de bê restore kirin, ligel dîtbariya wê ya derve, stûnên avahiyê jî êdî karê xwe pêk nayînin û wiha doman: “Welatî ji ber dîtbariya wê ya derve ditirsin bikevin xanê. Xan restorayoneke li gorî dîroka xwe heq dike.
Ji em derbarê restorasyonê de agahî bigirin me li Midûryeta Weqfan a Herêmî geriya, gotin ku dikarin agahî ji Midûryeta Giştî a Weqfan bigirin. Midûryeta Giştî a Weqfan jî her çiqas bêje ku wan bersiv dane pirsên li ser maîlê hatine kirin jî pirsên ku me ji maîlê re rêkirine bê bersiv hiştin.