XARPÊT - Endama YJA-Starê Dîcle Bozan a ku di peçvûnek li Dêrsimê de bi giranî hat girtin, bêyî dermankirina wê xelas bibe şangin girtîgehê. Bozan ku lingek wê hat jêkirin, ji lingê xwe din û zikê xwe bi giranî birîndar e. Hat hînbûn ku Bozan bi mirinê re rû bi rû ye.
Li çoltera Dêrsimê meha Nîsanê di navbera leşker û endamên HPG û YJA-Starê de pevçûn rû dabûn. Di vê pevçûnê de endama YJA-Starê Dîcle Bozan bi giranî birîndar bûbû û ji aliyê leşkeran ve dîl hat girtin. Bozan piştî demek li nexweşxaneyek hat dermankirin li tavilê kar û barê wê dadgehê pêk tê û bêyî dermankirina wê xelas bibe ji aliyê dadgehê vê tê girtin û wê dişinin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Hat zanîn ku Bozan beriya niha bi hefteyekê bi hinceta “endama rêxistinê ye” tê girtin. Bozan a ku dermankirina wê hêj xelas nebûye û niha li girtîgehê tê ragirtin lingek wê hatiye jêkirin, ji lingê xwe din û zikê xwe bi giran birîndar e.
‘BI MIRIN Ê RE RÛ BI RÛ YE’
Jinên girtî yên di kawîşa Bozan de bi riya malbatên xwe agahî dan. Jinên girtî aşkerakirin ku lingek Bozan hatiye jêkirin û ji lingê xwe yê din jî birîndar e. Jinên girtî diyar kirin ku Bozan ji ber ji zikê xwe birîndar hemû roviyên wê li derve ne, şûna birînan hemû îltîhap girtiye û wiha gotin: “Ji ber vê yekê divê li şûna ku Bozan rojê 3 torbeyên sonda bikar bîne ji roja hatiye girtîgehê heta niha bi yek torbeyekî dijî. Bozan bi alîkariya hevalên xwe têkoşîna jiyanê dide û talûkeya jiyana wê heye. Bi gumana dibe her kêliyê jiyana xwe ji dest bi de re rû bi rû ye. Bozan dernaxin revîrê û sewqa wê ya nexweşxaneyê jî nayê çêkirin. Em banga alîkariyê dikin.”