ENQERE - Komîsyona Lêkolînkirina Hewldana Darbeyê ya Meclîsê rapora xwe ya 15'ê Tîrmehê aşkera dike. Serokê Komîsyonê Reşat Petek îdia kir ku ji ber pêvajoya darazê ya berdewam dike rapor dereng maye û wiha axivî: "Ji bo darbeyê nîv sedsalê amadekarî hatiye kirin."
Komîsyona Lêkolînkirina Hewldana Darbeyê ya Meclîsê pêşnûmeya rapora xwe ya têkîldarî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê amade kir. Serokê Komîsyonê Reşat Petek hem rapora ji MÎT'ê hatiye hem jî ya komîsyonê wekî pêşnûmeya metnê aşkera kir.
Komîsyon ji ber ku Hulusî Akar û Hakan Fîdan guhdar nekeribû, hatibû rexnekirin.
Hin sernavên axaftinên Petek wiha ne:
"Ji ber ku pêvajoya darazê berdewam dike vê hişt ku rapor dereng bimîne. Me rapor di 4 meh û 15 rojan de amade kir. Di raporê de bi awayeke zelal hatiye nîşandan ku li pişt hewldana darbeya 15'ê tîrmehê FETO heye. Ji bo darbeyê nîv sedsal amadekarî hatiye kirin. Îfadeyên Muslîm Macit ê darbekar ê 'ez dizanim tevgera me ya xizmetê ev darbe kiriye, bi zanebûn min lêda' hene."
FETULLAH GULEN SAHTEKAR E
Îtirafên yawerê Hulusî Akar heye. Têkîliyên Gulen ji Komeleya Têkoşîna li Dijî Komunîzmê heta niha bi Fuller ve heye. Gulen ê serê FETO'yê ye ku dibistana seretayî jî neqedandiye wekî waîz hatiye tayînkirin. Gulen saxtekar e. Pasaporta wî ya kesk û teqawîtbûna wî bi belgeyên sexte hatine girtin. Gotina FETO ya diyaloga di nav beda olan de projeya Vatîkanê ye.
DI 2014'AN DE DEWLETA PARALEL HATE SER ZIMAN
FETO li ser esasê veşarîbûnê ye. Piştî ku 15'ê tîrmehê bi ser neket fermana ku şermezar bikin ji endamên FETO re hatiye dayîn. Hewldana darbeyê nepêkan e ji hêzên derve cuda bê fikirandin. Di nava demê de ketine nava dewletê. Cara yekem di 30'ê cotmeha 2014'an de ji bo vê rêxistinê gotina 'Dewleta Paralel' hate bikaranîn.
Têkîliya vî rêxistinê bi serwîsên îstixbaratê ve hatiye îspatkirin. Rapora ku MÎT'ê şandiye vê radixe ber çavan. Têkîliya endamên FETO bi gelek rêxistinên îstixbaratan re heye. Belge û agahiyên têkîldarî MÎT'ê di çapemeniyê de hate weşandin. Bi gelek belgeyên veşarî ve reviyan."