WAN - Mehmet Yildiz ê li şaredariya Erdîşê dixebite rastî êrîşa bi çek hat û jiyana xwe ji dest da.
Kesê bi navê Mehmet Yildiz ê li beşa agirkujiyê ya şaredariya navçeya Erdîşa Wanê dixebite rastî êrîşa bi çek a kesên nasnameya wan ne diyar ve hat. Êrîş di saetên sibê de li geraja beşa agirkujiyê pêk hat. Yildiz ê ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.