AMED - Însiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo balê bikişîne li ser rewşa rojnamegerê fransî Mathias Depardon ê ku hate binçavkirin ku di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir daxuyanî da û xwest bê bedan.
Însiyatîfa Rojnamgerên Azad têkîldarî pêkûtiyên li ser rojnamegeran li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek rojnamger beşdar bûn de dowîzên wekî "Rojnamegerî sûc nîne" û wêneyê rojnamegerê fransî Mathias Depardon ê di 8'ê gulanê de hate binçavkirin û dest bi greva birçîbûnê kir hatin hilgirtin. Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Heqî Boltan axivî û diyar kir ku Depardon ji bo wêne bikişîne hatiye Êlihê û li wir hatiye binçavkirin û dest bi greva birçîbûnê kiriye. Boltan got ku fêmkirina van pêkanîne, zehmet e û ji bo ku tiştên ku li vî welatî diqewimin ji aliyê cihanê ve neyê zanîn rojnameger an tên dersînorkirin an jî tên girtin. Boltan got ku ev di warê azadiya çapemeniyê de sûc e.
'GIRTINA ROJNAMEGERAN SÛC E'
Boltan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi sedan rojnamger tenê di warê xebatên rojnamgeriyê de hatine girtin û wiha axivî: "Rojnamegerî sûc nîne. Ya ku sûc e girtina rojnamegeran e. Tirkiye bûye welatekî girtîgehan û îktidar jî bûye gardiyan û midûrên van girtîgehan. Li Tirkiyeyê 169 rojnamger girtî ne. Ligel hemû astengiyan jî dê çapemeniya azad ranewest e. Qada çapameniya azad dê tu caran vala nemîne."
Rêveberê Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Aydin Nadîr jî diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgehekî vekirî û mafê gel û ragihandinê ji destên wan hatiye girtin û wiha axivî: "Em tenê rojnamegeran na mafê ragihandinê ya gel jî diparêzin. Li Tirkiyeyê gelek rojnameger bi guleyên kiryar nediyar ve hatin kuştin. Di darazê de gotina nûçe bi karanîn jî dibe sûc. Em ji kesekî natirsin. Em rojnamger in, nûçegihan in. Heta ku hevalên me li hundir bin em azad nînin."