ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay di kongreya Egîtîm Sen'ê de axivî û banga îtîfaqê kir. Kemalbey, diyar kir ku yekem car di serdema Hîtler de KHK ketin meriyetê û wiha got: "Hîtler bi KHK'yan Almanya kir kampên komkirina mirovan."
Kongreya Egîtîm Sen'ê bi axaftina berdewam dike. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, diyar kir ku bi taybet û zanebûn şer li ser civaka kurd û bajarên kurdan ferz dikin û wiha got: "Stratejiya komî ya şer xistine meriyetê. Bi şerê taybet li dijî hevparên KESK'ê jî teyekî tevahî hat destpêkirin. Me li dijî van êrîş û şerê taybet bi qasî misqalekê gav paşve navêtiye û em gavan paşve navêjin. Dîroka têkoşîna me bi berxwedanê dest pê kiriye, Li dijî infaz, girtin, binçavkirinê têkoşîna me berdewam kir. Ji niha û şûnde jî ev têkoşîna me dê bidome.
EM DÊ PÊŞEROJA XWE BI XWE AVA BIKIN
Ozgen, bal kişand ser berxwedêr û kesên ku îtîat nake û wiha got: "Di referanduma 16'ê Nîsanê de kedkar û karker bi ser ketin. Yên kedê û aştiyê diparêzin bi ser ketin. Dengê ku me di ferandumê de girt zêdeyî ji sedî 50 ye. Piştî geşedanên piştî referandumê êdî tu wateya parlamentoyê nemaye. Divê em niha nexşerêya pêşeroja xwe dîsa ava bikin. Niha pergala yek dewlet yek millet û yekperestiyê îflaz kiriye. Li vî welatî pir ziman, pir çand û pir bawerî heye. Divê em komerek ji bo edalet, demokrasî û aştiyê têxin meriyetê. Divê kedkar êdî pêşengiya çareseriya pirsgirêka kurd bikin. Divê em pêşerojek hevpar ava bikin û demokrasiyê xurt bikin. Divê em Tirkiyeyek demokratîk ava bikin. "
DÎROKA TIRKIYE YA 2 SALAN DÎROKA KOMKUJIYÊ YE
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Veli Agbaba jî bal kişand ser 2 salên dawî yên Tirkiye û wiha got: "Du salên dawî yên Tirkiye salên komkujiyê ne. Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê pêk hat. Di 20'ê Tîrmehê de jî darbeya sivîl pêk hat. OHAL bû amûra têkoşîna li dijî muxalifan. Em dê her dem bi Egîtîm Sen û KESK'ê de di nava piştevaniyê de bin. Em têkoşîna Nuriye Gulmen û Semih Ozakça silav dikin. AKP carek din ruyê xwe yê rastîn nîşani me daye. “OHAL nikare endamên KESK û Egîtîm Sendê teslîm bigire. Kevneşopiya TOBDER, TOS û di serdema Kenan Evren de nehat terbiyekirin û niha jî nikare li gorî xwe terbiye bike. Divê em di serdema pêş de eniya demokrasiyê li Tirkiye mezin bikin.
HDP: HEVPARÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, jî bal kişand ser kongreya HDP'ê û wiha got: "Min li şûna Yuksekdag nobet dewir girtiye. Egîtîm Sen di vê pevajoya zor û zahmet de li qada xwe û têkoşîna xwe xwedî derket. Encama hilbijartina 7'ê Hezîranê ji aliyê îktîdarê ve nehat qebûlkirin. AKP'ê 15'ê Tîrmehê wekî "Lutfa xwedê" bi nav kir. Li ser vê yekê OHAL îlan kir û bi polîtikayên ewlehiyê darbeya li ser Tirkiye mezin kir. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna hevpar bidin. Kedkarên perwerdehiyê di serdema 12'ê îlonê de tarî çirandin û ji wê demê heta niha têkoşînê didin. Ji ber vê têkoşînê dê îro bi hêsandir van rojan serkeftî derbas bikin. Şêwirmendî û piştevaniya KESK û Egîtîm Senê di nava welatên cîhanê de mînak e."
AKP'ê OHAL'A MUEBET ÎLAN KIR
Kemalbey, bal kişand ser lîstik û hîleyên AKP’ê û wiha got: "Dema AKP dikeve nava tengaziyê dide civan. Dest davêje polîtîkayên neo-liberal. Di vê pêvajoyê de kedkar û karker bê ewle dijîn. Di şevekêde hemû maf û destkeftiyên kedkaran ji destê wan tê girtin. 105 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev pêkanînên KHK'ê yên serdema Hîtler in. Ev pêkanînên KHK’ê yekem car di serdema Hîtler de xistin meriyetê. AKP'ê di kongreyê de OHAL'a muebet (Heta heta) îlan kir. AKP'ê di kongreyê de kuştin, şer û OHAL veat kir. Erdogan ku nikare Tirkiye bi rêve bibe dixwaze bi OHAL'ê bi reve bibe. Lê em bawer dikin ku têkoşîna demokrasî û têkoşîna gel dê OHAL’ê nas neke û dê OHAL'ê bişkîne û AKP bi dawî bibe.
Kemalbay, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku ji niha û şûnde jî Egîtîm Sen têkoşîna demokrasiyê xurt bike û mezin bike û wiha bi dawî kir: Têkoşîna di navbera 16'ê Nîsanê û 7'ê Hezîranê ya aştî û demokrasiyê tevî hemû zextan bi biryar didome. Divê piştî serkeftina 16'ê Nîsanê jî em vê şirîkatiya demokrasiyê bêtir xurt bikin û mezin bikin. Divê em îtîfaqa aştî û demokrasiyê bêtir mezin bikin"
Herî dawî Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî hemû girtiyên siyasî silav kir û wiha got: “AKP dê kevneperestî û paşverûtiya xwe mezin bike. Dê hemû hêza xwe li ser desthilatdariyê mezin bike. Divê hemû kedkar, karker têkoşîna xwe mezintir bikin. Em li dijî pergala AKP’ê azadiya çapemeniyê, azadiya kedê, azadiya ramanê, azadiya edaletê û baweriyê diparêzin. Em dibêjim em dê bi ser bikevin.Em dê demokrasiya ku Rojava temsîl dike bi dest bixin."