Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegiritna malan de gelek kesên ku di nava wan de endamên HDP’ê jî hene hatin binçavkirin.

Li Îzmîr û navçeyên wê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de gelek kesên ku di nava wan de endamên HDP’ê jî hene hatin binçavkirin. Hat zanîn kesên hatine binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Bajar tên ragirtin.

Navê hinek kesên hatine binçavkirin wihane: Dogan Selbîk, Nurî Aksoy, Agît Mîhyaz.