ENQERE - Dorpêçkirina Abîdeya Mafên Mirovan a piştî girtina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji aliyê odeyên pîşe û esnafan ve hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Divê bi lezgîn mafên Nuriye û Semîh, kedkarên ku hatine mexdûrkirin bê dayîn."
Odeya Mîmaran a Enqereyê dorpêçkirina Abîdeya Mafên Mirovan a cadeya Yukselê piştî girtina Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi daxuyaniyekî şermezar kir. Daxuyanî li avahiya odeyê ya li kolana Konurê ya di bin dorpêça polîsan de ye hat dayîn û rêxistinên pîşe û kedê, rêxistinên civakî yên sivîl, esnafên ku hatine mexdûrkirin jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakuş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça îro 3 roj i girtî ne, em di roja 5'emîn a girtina Abîdeye Mafên Mirovan de ne. Ne me, ne jî vî welatî ev dîmen heq nekiriye."
'HÛN QALA KÎJAN EDALETÊ DIKIN'
Karakuş diyar kir ku Gulmen û Ozakça tenê karê xwe dixwazin û wiha berdewam kir: "Karên xwe dixwazin, nanên xwe dixwazin. 199 roj in li ber xwe didin. 79 roj in di greva birçîbûnê de ne 3 roj in jî girTî ne. Ev girtin nayê qebûlkirin, sedema girtina wan jî wekî 'ger neyên girtin dê zirarê bidin edaletê' hate aşkerakirin Wê demê em jî pirsa 'hûn qala kîjan edaletê dikin' dikin."X
'ABÎDEYA MAFÊN MIROVAN JÎ HATE GIRTIN'
Kakakuş destnîşan kir ku Abîdeya Mafên Mirovan ji 1990'an heta niha dengê mirovan e, hemû kesên bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û dixwazin dengê xwe bidin bihistin li dora vî abîdeyê tên cem hev lê 5 roj in ev abîde jî girtî ye.
'ESNAFAN DERABA GIRTIN'
Karakuş da zanîn ku esnafên herêmê ji ber dorpêçê derabeyên dikanên xwe girtine, hatin û çûyîna odeyên pîşe yên li kolana Konur bi kontrol tê kirin, esnafan derabeyên dikanên xwe girtine û têkîldarî tiştên ku diqewime agahiyeke nivîskî yan jî devkî jî ji bo wan nehatiye dayîn.
'BI RASTÎ GELO DEWLETEK HEYE?'
Karakuş têkîldarî daxuyaniya Walîtiya Enqereyê ya "Piştî roj çû ava, çalakiyên bi pêşistina agir, stranan qedexe ye" jî wiha got: "Walîtî daxuyaniyê dide. Dibêje çalikiyên bi stranan qedexe ye. Hincet jî êrîşên bombeyî ye. Em jî pirsa "bi rastî jî gelo dewletek heye' dikin."
'BILA DOZÊ VEKIN'
Karakuş ji bo ku Gulmen û Ozakça bên berdan bangawazî kir û wiha got: "Divê demildest mafên Semîh, Nuriye û kedkarên hatine mexdurkirin bên dayîn."
Karakuş diyar kir ku ji bo dorpêça li kolanê doza tespîtkirinê vekirine dê piştre jî doza tezmînatê vekin. Karakuş bang li hemû esnafên kolanê kir û xwest dozê vekin û li mafên xwe bigerin.