Rapora Çavdêriyê ya Geverê: 52 cenaze li Erziromê hat definkirin

ENQERE - ÎHD û TÎHV'ê têkîldarî Gever a ku 79 rojan qedexeya derketina derve berdewam kir Rapora Çavdêriyê ya Geverê aşkera kirin. Di rapora ku agahiyên balkêş tên parvekirin de tê gotin ku malên mirovan hatin talankirin, canezeyê 52 kesan li goristana bêkesan a Erziromê hate definkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÛHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkîldarî qedexeya derketina derve ya 79 rojan a di navbera 3'ê adara 2016 û 31'ê gulana 2016'an binpêkirinên ku hatine jiyîn bi Rapora Çavdêriyê ya Geverê aşkera kirin.

Di heyata ku rapor amade kir de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê û Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî. endamê MYK a ÎHD'ê û Serokê ÎHD'ê yê Colemêrgê îsmaîl Akbulut, endamê ÎHD'yê Amedê Muharrem Suren, Nûnera TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe, pisporê TÎHV'ê Serkan Dalîdere û Serokê ÎHD'ê yê Wanê Murat Mlet cih girtin.

Di raporê de piştperdeya qedexeyên derketina derve, çarçoveya lêkolînê, çavderî û tespîtên li taxan hatine kirin, encamên giştî û pêşniyar, rewşa cenazeyan û encam tê dest girtin.

Di raporê de tê gotin ku piştî qedexeya 79 rojan Gever ji cihana derve re hatiye girtin, di nava vî demê de li navçe û bajaran ligel ku agahiyên binpêkirinên mafan hatiye jî li van deran tu tişt nehatiye kirin.

Di beşa Biştperdeya Qedexeyên Derketina Derve de daxuyaniya ku Walîtiya Colemêrgê dabû ya dê pêdiviyên welatiyan bi cih bînin tê bi bîrxistin û wiha tê gotin: "Hikûmet bi riya walî û qaymeqaman serî li riyên nehiqûqî dide û tê dîtin ku bi vî rengî berpirsyariyên xwe yên madeya 15'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nayne.

TENÊ BI ŞAREDARIYÊ RE HEVDÎTIN KIRIN

Di raporê de tê gotin ku beriya lêkolînê ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD'ê ve ji Qaymeqamiya Geverê, Dozgerî, Şaredarî, Serbijîşkiya Nexweşxaneya Dewletê bi nivîskî randevu hatiye xwestin lê tenê şaredariyê ev daxwaza randevuyê qebûl kiriye.

Di raporê de cih didin tespît û çavdêriyên li taxan û balê dikişînin li ser ewlehiya zêde ya têketina taxan û wiha tê gotin: "Wekî noqteya têketinê li herêmên ku barîkatên polîsan hene û di rê de ji bo bicihanîna pêdviyan, ji bo tendusitiya gel tiştek nehatibû fikirandin. Dîtina avê jî pirsgirêk bû. Di germê de bi saetan di rêze de gel dima û bi vî rengî ceza bi gel dihat kişandin."

Di rapora ku bi berfirehî tespît û çavdêriyên ji bo rewşa navçeyê tê kirin de tê gotin ku dîmenê bajar wekî dîmenekî şer bûye û wiha ahte gotin: "Dikare bê gotin ku bajarekî ku bi temamî hatişe xirakirin, şewitandin û texrîbkirin. Mal bi taybetî jî kargehên aydî esnafan, dibistan, mizgeft hemû hatine texrîbkirin. Di avahiyan de şopên guleyan tunebû. Di hin avahiyan de hebin jî ya ku bi piranî dihat dîtin şopên çekên wekî top, roket û çekên ku bi bombeavêjan hatine avêtin bû, piranî hundirê avahiyan hatibû xirakirin, hin avahî bi temamî hatibûn xirakirin, tiştên bi qîmet ên malan ên wekî televîzyon, sarinc, makîneya cilan, kompîtur bi bivir û pehînan ve hatibûn şikandin. Xwediyên malan agahiya ku tiştên bi qîmet ên li malan hatine girtin dan. Li hundirê hin malan şopên guleyan hebû. Odeyên ku ev şop hebûn bi temamî hatibûn şewitandin.


‘YÊN VEGERIYAN BAJAR DÎSA ZORA NEÇARIYA VEGERÊ DIKIN'

Di raporê de hat destnîşan kirin ku li ser diwarên malan nivîsên nijadperest û zayendîperet hatine nivîsandin û wiha hat gotin: "Nivîsên li ser dîwaran hatine nivîsandin, nişan dide ku hêzên ev yek pêk anîne vê yekê piştrast dikin. Nîşan dide ku hemû polîs û leşkeran ev yek nivîsandiye. Dîsa tê dîtin ku welatiyên dîsa vedigerin bajar û dixwazin vegerin bajar rastî zext û gefan tên. Disa ji wan tê xwestin ku bajar terk bikin. Di nava şert û mercên pir xerab de dijîn. Destûr natin li pêş malên xwe kon vedin. Walî destûr nadin û ev yek qedexe kiriye."

MAL HATIN WÊRANKIRIN

Di raporê de cih da şahidên malên li taxan hatine xerakirin û wiha dirêjî dan raporê: "Li gorî şahidan xaniyên hatine xerakirin hatine talankirin û wêrankirin. Hemû hilweşîn dibişin hev. Alavên malan hatine wêrankirin. Her tişt şikandine şewitandine û kolan tahrip kirine. Guleyên MKE'ê yên aydî çekên otomatik ên giran li hundirê malan hatine dîtin. Di nava van fişekan de guleya rengê heqî jî hatiye dîtin. Dîsa dikan û kargeriyên aydî van malan hatine talankirin, wêrankirin û şewitandin. Mizgeft û dibistanên taxê hatine talankirin. Li taxa Kişla û Mezarlikê hemû xanî hatine xerakirin û wêrankirin. Xaniyê hatine xerakirin êdî şert û mercên ku mirov lê bijî nemaye. Welatiyên ku mal, xanî û kargeriyên wan hatine xerakirin neçar mane ku koçî bajarên derdorê bikin."

‘HÊJ 52 CENAZE LI GORA BÊKESAN A ERZIROMÊ DEFINKIRÎNE'

Di raporê de bal kişand ser kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan û hêj cenazeyên wan nehatine girtin û wiha hat gotin: "Kesên di şerê li Geverê di serdema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan cenazeyen wan li gora bêkesan a Erziromê hatine veşartin. Bi giştî 78 cenaze anîne Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. 25’ cenaze ji ber berçe bûne malbatê nekarîne wan teşhîs bikin. Dîsa 53 cenaze jê li gora bêkesan a Erziromê hatine defin kirin. Cenazeyên ku piştî testa DNA dane malbatan jî heta niha tenê cenazeyê 3 kesan in.

Li gorî raporê cenazeyên ku hêj teslîmî malbatan nehatiye kirin ev in:

Hayat Orhan (Rêya Armûşê ya Wanê), Zeynel Abidin Oral (Mollahuseyin a Bismilê), Yuksel Sumbul (Amed), Vahit Şahin (Colemêrg), Evindar Kiliçaslan (Tetwan Bedlis), Ferhat Yaşa (Yenîkoy a Amedê) Mustafa Ekin (Yenîkoy a Amedê), Tulay Eren (Norşin Bedlis), Habip Akar (Rezan a Amedê), Kader Çoban (Yenîkoya Amedê), Ferit Salcan (Prîmîra Qosera Mêrdînê), Altun Yaray (Tetwan Bedlîs), Leyla Dayangaç (Yenîkoya Amedê), Yusuf Aşan (Colemêrg), Mehmet Şerif Akdogan (Wan), Nadir Guneç (Wan), Seracettin Menafoglu (Tîloral Gever), Jehat Dogma (Wan), Veysel Bayram (Wan), Serhat Akpolat (Kawar Wan), Evin Akçelik (Gever Colemêrg), Talip Bartin (Civiyan a Gevera Colemêrgê), Ercan Atar (Colemêrg), Emre Onver (Gever Colemêrg), Abdulkadir Çelik (Pasûr Amed)

Agahiyên derbarê cenzayena de hatine dayîn wihane:

* Recep Ozbay, ji bo kurê xwe Bawer Ozbay ê jiyana xwe ji dest daye mînaka DNA’yê daye û li gorî encamê cenaze radestî malbatê hatiye kirin.

* Makbule Kurt, kurê xwe Davut Kurt ê jiyana xwe ji dest daye teşhîs kiriye lê cenaze ne hatiye radestkirin û hatiye definkirin. Ji bo cenazeyê xwe carekdin mînaka DNA’yê dane û li benda encamê ne.

* Mahmut Salazer, ji bo kurê xwe Mevlut Salazer mînaka DNA’yê daye û di encamê de cenazeye jinekê radestî malbatê hatiye kirin, cenaze dema dişûn bi xeletî ferq û cenaze carekdin anîne Erziromê. Di 29’ê Hezîrana 2016’an de ji bo cenazeye xwe bigirin serlêdan kirine.

* Cafer Kamerî, Kudret Ertaş, Şemsîhan Yucan, Vedat Çelîk û Selahattîn Ozer mînakên DNA’yê dane û li benda encamê ne.

* Ji gundê Zewkan ê navçeya Gevera Colemêrgê 8 cenaze anîn ATK’a Erziromê. 7 kes hatin teşhîskirin û radestî malbatan hatin kirin. Kesek li Goristana Bêkesan hat definkirin û malbatekê mînaka DNA’yê daye.

* Ji dîroka 29’ê Hezîrana 2016’an ve li Goristana Bêkesan a Erziromê 52 cenaze tên ragirtin. Hemû gor cuda hatine kolandin û hejmar li ser wan hatine danîn. Lê di dema teslîmkirina cenazeyan de cenaze tên tevlîhevkirin. Cenazeyên din didin malbatan, piştî tên definkirin ev yek derdikeve holê, hinek jî di dema şûştinê de tên ferqkirin. Ev ji ber dema gor tên vekirin destûr nadin parêzer an jî kesekê ji malbatê li wir amade be.

* Dîsan bi biryara dozger karên radestkirina cenaze piştî nîvro nayên kirin û karê radestkirinê serê sibê tê kirin.

‘JI BO BERPIRSYARN BÊN DÎTIN DIVÊ LÊPIRSÎNEK BÊALÎ BÊ DESTPÊKIRIN’

Di beşa endam û pêşniyaran a raporê de tê diyarkirin ku di demên ku mutabakata civakî ne hatiye pêkanîn, pêkanînên qanûnî û ewlehî tune ye de pêkanîna dadê ne pêkane.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji bo mirin bên lêkolînkirin divê li gorî rê û mewzuata Protokola Otopsî Minnesota ya belgeya bingehîn a NY’ê ye bê tevgerîn û ev tişt hatin gotin:

“* Divê binpêkirina mafê mirovan û hiqûqa mirovî baş bê lêkolînkirin.

* Divê derbarê qedexeyên derketina kolanan ên ne li gorî qanûna bingehîn û qanûnê eleqedarin, berpirsyariya hiqûqî bê destpêkirin.

* Li cihên qedexeya derketina derve lê hatine pêkanîn, kesên cara yekîm hatine binçavkirin ji hevîtina wan a bi parêzerên wan re destûr ne hatiye dayîn, mecbûr mane bi riya dest û dîmenan parastinê bikin vekirî li dijî CMK’ê ye. Karê dadî seqet bûye.

* Îlankirina cihên Afadê, bi lez îstimlaqkirin bû sedem ku delîl bên veşartin, heqîqet bê veşartin û rê li ber binpêkirinên ku telafiya wê nayê kirin vedike.”