AMED - Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hate kuştin hempîşeyên wî cara 78'emîn li ber edliyeyê çalakî li dar xistin.
Baroya Amedê ji bo ku nedîtina kiryarên Tahîr Elçî yê Sûrê hate kuştin şermezar bikin û bi daxwaza lêpirsînekî berfireh li ber Edliyeya Ademê cara 78'emîn çalakî li dar xist û daxwaza "edaletê" kirin. Di çalakiya ku gelek parêzer bi cubeyên xwe ve beşdar bûn de endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Velat alan axivî û got ku ew 78 hefte ne li edaletê digerin.
Alan anî ziman ku salek û nîv e kiryarên Elçî dernekiye holê, di dosyayê de tu pêşketin tuneye ev yek wijdana civakê diêşîne.
Alan li hemberî guhertina navê Tahîr Elçî yê ji aliyê qeyûm ve li navçeya Şaxê şa Wanê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ev êrîşek e. Alan diyar kir ku ew ê navê Elçî bidin jiyankirin û dev ji lêgerîna xwe ya "edaletê" bernedin.
Pİştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.