Darên li bexçeyê şaredariyê ji bo qulûbeya polîsan hatin birîn

DERSIM - Parlamentere HDP’ê Alîcan Onlu bertek nîşanî birîna darên li bexçeyê Şaredariya Dersimê ya ji bo qulûbeya polîsan da û li ser pirsa "ji bo axaftinê muxatab ki ye" polîsan gotin ku muxatab ew in.

Bi fermana Waliyê Dersimê Osman Kaynak ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hatiye kirin darên li bexçeyê şaredariyê hatin birîn. Hat zanîn ku dar ji bo noqteya kontrola polîsan û parastina deriyê ewlehiyê hatiye birîn. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu çû şaredariyê. Onlu pirsa "çima dar hatine birîn" kir bersiva dê qulûbeya polîsên tîmên taybet were avakirin girt. Onlu li ser bersiva girtiye wiha got: “Ma bi dargirkirina şaredarî û qetilkirina xwezayê, li ber deriyê midûryetê qulûbeya polîsan tê avakirin. Li ber deriyê şarederiyê nayê avakirin. We ev der kiriye midûryet. Ev der ji şaredariyê derketiye.”

Di navbera Onlu yê ku xwest bi telefonê dîmen bigire û polîsan de nîqaş derket. Onlu li ser pirsa ji bo axaftinê kî muxatabe ji polîsan bersiva muxatap ewin girt. Piştre tîmên taybet anîn ber deriyê şaredariyê.

Onlu yê demekê li vir ma ji şaredariyê veqetiya.