STENBOL - Înîsiyatîfa Ez Rojnamger im, ji bo nûçegîhanê DÎHA'yê Nedim Turfent ê ku di girtîgehê de ye kampanya da destpêkirin û bang li nivîskar û rojnamegeran kirin.
Înîsiyatîfa Ez Rojnamger im, ji bo nûçegîhanê DÎHA'yê Nedim Turfent ê ku di 13'ê Gulana 2016'an de hat girtin kampanyayek da destpêkirin. Înîsiyatîfa Ez Rojnamger im têkildarî mijarê name ji serokên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û DÎSK Basin-Îş'ê re şandin. Înîsiyatîfê balê kişand ser neheqiyên ku Turfent rastî wan tên û ji bo tevlîbûna danişîna yekemîn a doza Turfent ku dê di 14'ê Hezîranê de li Colemêrgê bê dîtin bang kirin.
‘EM DARIZANDINEKE ADIL DIXWAZIN'
Înîsiyatîfa Ez Rojnameger im, di nivîsên ku ji qunciknivîs û rojnamgeran re şandin de wiha got: "Saleke ku Rojnameger Nedim Turfent di girtîgehê de ye. Ji 26'ê Nîsanê ve li Wanê di hucreyeke pîs û biçûk de tê ragirtin. Nikare pirtûk, kovar û rojnameyan bixwîne. Divê demildest dawî li vê tecrîda kêfî bê. Girtîbûn nabe navgîna cezakirina bêdaraz. Em dixwazin Nedim û hemû rojnamgerên girtî bi awayekî adil bên darizandin. Rojnamegerî Ne Sûc e!"