AMED - Li gundê Hertî yê Licê dema ku Mele Hîlmî Ekmen û welatiyê bi navê Îlhamî Îpek xwestin pirsgirêka şebekeya avê ya gund çareser bikin û çûn cihê depoyê, cerdevanan li ser wan gule reşandin û herdu kes birîndar kirin.
Li gundê Hertî ya Licê yê Amedê dema ku Mele Hîlmî Ekmen û welatî Îlhamî Îpek xwestin pirsgirêka şebekeya avê çareser bikin çûn ser depoya avê, rastî êrîşa çekdarî ya cerdevanên li ser rê nobet digirtin hatin. Ekmen û Îpek, li nêzî gundê Kêncerê rastî êrîşa cerdevanan hatin û birîndar bûn. Birîndar ji aliyê gundiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Îlhamî Îpek ê bi giranî birîndar bû, ji vir rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, meleyê gund Ekmen jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.