Li Amedê 3 siyasetmedar hatin girtin

AMED - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik jî di nav de 3 kesên ku ji ber fealiyetên xwe yên siyasî yên di nav KCD'ê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Duh li Amedê di serdegirtinên malan de 6 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin. Piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Li dozgeriyê Rêveberê Înîsiyatîfa Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî Îrfan Baboglu û Nurettin Sevim hatin berdan. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik, Serokê Şaredariya Peyasê yê berê Mehmet Can Tekin, Serokê Şaxa Tumbel-Sen a Amedê yê berê Medeni Alpkaya û Tulay Ozdemir bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.

Dadweriyê bi îdiaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" biryara girtina Feridun Çelik, Mehmet Can Tekin û Tulay Ozdemir da.

Hat zanîn ku dê di demên pêş de parêziya Medeni Alpkaya jî bê stendin.