STENBOL - Li ser çalakiyên Geziyê ku hemû derdorên civakê anî bûn cem hev re 4 sal derbas bûn. Bi çalakiyên "Na"yê yên ku hemû cudahî anîn gel hev, ew ruhê Geziyê ji nû ve jîndar bû.
Di çarçoveya Projeya Peyatîkirina Taksîmê û Projeya Qişleya Topavêjiyê de hatibû xwestin ku li Parka Geziyê dar bên rakirin. Li dijî vê çalakî hatin lidarxistin û polîsan bi awayekî dijwar mudaxileyî van çalakiyan kir. Dê di 31'ê Gulanê de 4 salên van çalakiyên ku piştî demekê veguherîn berxwedanê û wek berxwedana Geziyê tên binavkirin temam bibin. Ji kurd, tirk, elewî, xirîstiyan, LGBTÎ, parêzvanên qadên jiyanê, rêxistinên jinan, saziyên baweriyan, sendîkayan, xwendekarên lîseyê bigire heta mirovên 70 salî di van çalakiyan de cih girtin. Ji roja ewil heta niha hîn jî bandorên çalakiyên li Qada Taksîmê didomin.
ÇIRÛSKA EWIL
27'ê Gulanê bi şev dîwarê Parka Geziyê yê ku li hêla Kolana Ocaxa Leşkeran dinihêre hat rûxandin û 5 dar ji kokê hatin hilqitandin. Endamên Koma Piştevaniya Taksîmê li pêş makîneyên karî sekinîn û nehiştin ku rûxandineke mezintir çêbibe. Paşê ji vê komê 50 kes li parkê kon vedan û heta sibehê nobet girtin. Sibeha 28'ê Gulanê hejmara prostetokaran zêde bû. Parlementerê BDP'ê yê wê demê Sirri Sureyya Onder piştevaniya komê kir û xebatên rûxandinê asteng kirin. Careke din ji bo rûxandinê makîneyên karî tevgeriyan û bi makîneyan re xebatkarên Kalyon Înşeatê êrîşî parêzvanên jiyanê kirin. Her wiha polîsan jî êrîşî welatiyên ku di 29'ê Gulanê de kom bûn kir. Şeveqê zû polîs ketin parkê û rê li ber xebatên ekîpmanên înşeatê vekirin. Wê rojê serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan beşdarî merasîma vekirina înşeata Pira Yavûz Sûltan Suleyman bûbû û di merasîmê de wiha gotibû: "Hûn çi dikin bikin. Me carekê ji bo wir biryar daye. Em ê bikin." Ev gotinên Erdogan bûn cihê hêrseke zêde.
Di 30'yê Gulanê de parlementerên BDP'ê li parkê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê polîsan careke din êrîşî gel kir. Her wiha di 31'ê Gulanê de polîsan doza vê mudaxileyê zêdetir kir. Çalakiyên ku li Stenbolê dest pê kirin, sîrayetî bajarên din jî kirin.
5 KES MIRIN
Di pevçûnên ku li tevahiya Tirkiyeyê çêbûn de 5 kes mirin. Di çalakiyên ku di 4'ê Hezîranê de li Umraniyeya Stenbolê çêbûn de, kesek bi wesayîtê xwe bera navbera protestokaran da û di vê bûyerê de Mehmet Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da. Li Antakyayê guleya polîsan li serê Abdullah Comert ket û mir. Di 2'yê Hezîranê de jî komek ji kesên kincên sivîl li wan êrîşî xwendekarê Beşa Mamostetiya Îngilîzî ya Zanîngeha Anadoliyê ya Eskîşehîrê Ali Îhsan Korkmaz kirin û ew bi giranî birîndar kirin. Piştî 38 rojan şûn de Korkmaz di 10'ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di 10'ê Îlonê de jî li Antakyayê di mudaxileya polîsan de Ahmet Atakan mir.
Li Taxa Mahmut Şevket Paşa ya Okmeydaniya Stenbolê, fîşeka gazê li serê Berkin Elvanê 14 salî ket û piştî 269 rojên tedawiyê yên li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê, di 11'ê Adara 2014'an de Elvan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di pevçûnên li Enqereyê de jî polîsan Ethem Sarisuluk kuşt.
SENDÎKA JÎ CIHÊ XWE GIRTIN
Sendîka jî bi awayekî aktîf di berxwedana Geziyê de cihê girtin. KESK, TTB, TMMOB di 5'ê Hezîranê de beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha di 17'ê Hezîranê de jî sendîkayên girêdayî DÎSK û KESK'ê dest bi greva giştî kirin.
KOMUN HATIN AVAKIRIN
Tevî berxwedana Geziyê çalakvanan mînaka piştevaniyê dan der. Çalakvanan, xwarin, vexwarin û tiştên din ên ku ji malên xwe anîn bi hev re parve kirin. Welatiyên ku di konên ku li parkê hatin vedan de diman, komunên xwarin, vexwarin û pirtûkan çêkirin û bi vî awayî li qadê jiyana kolektîf birêxistin kirin.
‘HAT GOTIN KU 'EM Ê DÎMENAN BIWEŞÎNIN' LÊ HÎN JÎ NEHATINE WEŞANDIN
Îktîdar û çapemeniya nêzî îktîdarê her tim hewl dan ku bi hincetên cuda çalakiyê li valahiyê derxînin. Revîra ku li Mizgefta Bezmîalem a Valîde Sûltanê hat avakirin bi hefteyan hat nîqaşkirin. Hat îdiakirin ku li mizgeftê alkol hatiye vexwarin, hevdu maç kirine, tevî pêlavan ketine hundur û hwd. Her wiha Erdogan jî gotibû ku ew ê "van dîmenan" biweşînin. Lê belê çar sal di ser re derbas bûn, hîn jî dîmen nehatine weşandin!
ABORIYÊ JÎ NESÎBÊ XWE JÊ WERGIRT
Ji roja ku çalakî destpêkirin û heta dawiyê aboriyê jî ji vê rewşê nesîbê xwe wergirt. Borsa ya ku di sê rojên ewil de girtîbû, bi daketineke ji sedî 7'an dest bi rojê kir. Borseya Qiymetên Menkûl a Stenbolê (ÎMKB), di 10 salên dawî de rastî ketineke herî zêde hat û di dawiya rojê de ji sedî 10.47 daket. Wezîrê Darayî yê wê demê Mehmet Şimşek, daxuyanî dabû ku fatûreya çalakiyan bi qasî milyar û 4 milyon dolar li wan bûye bar. Lê belê pisporan jî dest nîşan kiribû ku, tenê ev fatûreyên dîrekt in, lê dema mirov yên neyekser jî esas bigire maliyet zêdetir e û bi taybetî jî di warê nîşaneyên makroekonomiyê de zirarên ku telafiya wan tune ne çêbûne.
NÛÇEYA YEKEMÎN A ÇAPEMENIYA CÎHANÊ: GEZÎ
Gelek saziyên weşanê yên wek CNN İnternational û BBC'yê çalakî bi awayekî zindî dan. Hikûmetê li hemberî vê bertek nîşan da û parast ku ev saziyên weşanê wek "şerê navxweyî hebe" diweşînin.
DAXUYANIYÊN NAVNETEWÎ
NY, DYA, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û hin welatan daxuyandin ku divê hêzeke dijwar neyê bikaranîn û rêz li mafên xwepêşandanan bê girtin. Her wiha hin parlementerên muxalif ên di nav AKP'ê û partiyên din de peyamên bertekî weşandin.
ERDOGAN MECBÛR MA KU BI NÛNERÊN KOMÊN GEZIYÊ RE RÛNÊ
Di encama berxwedanê de Erdogan mecbûr ma ku bi nûnerên komên Geziyê re rûnê. Di hevdîtinan de bi awayekî qismî be jî mutabeqatek çêbû. Ji aliyê hikûmetê ve ji bo Geziyê rê li ber nîqaşên referandûmê hatin vekirin. Piştî hevdîtinan Serokwezîrê wê demê Erdogan wiha got: "Bi zorê em li malê ji sedî 50'yî radigirin." Piştî vê daxuyaniuê mîtîngên "Rêzgirtina Ji Bo Vîna Netewî" hatin lidarxistin. Erdogan di mîtînga "Rêzagirtina Ji Bo Vîna Netewî" ya li Enqereyê de wiha got: "Qada Taksîmê vala bû, vala bû; an jê hêzên me yên ewlehiyê dizanin ku dê çawa vala bikin." Bi vê daxuyaniyê sînyala mudaxilekirina çalakvanên Parka Geziyê da.
Piştî daxuyaniyê bi çend rojan, polîsan mudaxileyî gelê ku pankart û barîkat radikirin kir. Piştî berxwedaneke mezin di 17'ê Hezîranê de bi zorê polîs ketin hundur.
POLÎS 'DI EZMÛNA DEMOKRASIYÊ RE' DERBAS BÛ, LÊ GEL BÛ 'TERORÎST'
Serokwezîr Erdogan, anî bû ziman ku ew ê polîsan xurtir bike û polîs "di ezmûneke demokrasiyê ya serkeftî re derbas bûne". Li gel vê Erdogan kesên beşdarî çalakiyan bûbûn jî wek "qerpal", "terorîst" û "anarşîst" îtham kiribûn.
Di 2'yê Tîrmehê de 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê, îtiraza Wezareta Çand û Turîzmê ya têkildarî Parka Geziyê red kir.
Yasin Kobulan / Sadiye Eser - dihaber