Qeyûm bi 'sirûda mehterê' pîrozbahiya Agirê Meledê kir

SÊRT - Agirê Meledê yê ku her sal di roja erefê de tê pîrozkirin û tê wateya mizgîniya hatina Remezanê, îsal ji aliyê qeyûm ve li Qada Demokrasiyê li ber tîma mehterê hat pîrozkirin. Rojnameger Kiliççioglu bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Ev çalakiyeke ku ji aliyê zarokan ve tê organîzekirin. Ev rewş dibe sedema ku Agirê Meledê ji xwemaliya xwe dûr bikeve."

Li Sêrtê, Agirê Meledê bi hezaran sal in ku di roja erefê ya meha Remezanê de tê pîrozkirin. Agirê Meledê tê wateya hatina meha Remezanê. Agirê Meledê yê ku her sal ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve li ser Girê Keçikan tê prîozkirin, îsal ji aliyê qeyûm ve li ber tîma mehterê li Qada Demokrasiyê hat pîrozkirin. Rojnameger Cumhur Kiliççioglu wateya Agirê Meledê û awayê pîrozkirina wê vegot. Kiliççioglu, Agirê Meledê wek çalakiyeke ku zarok pê hînî piştevanî û alîkariyê dibin nirxand û got ku, heke bi vî awayî (wek niha) bê pîrzokirin dê wateya xwe winda bike.

CEJNA ZAROKAN

Kiliççioglu wiha axivî: "Agirê Meledê ji roja ku îslamiyet derketiye heta niha wek orf û edeteke herêmê berdewam kiriye. Sedema sereka ya vêxistina vî agirî, hatina Remzanê ragihînin gundên hawirdorê. Lê belê, di heman demê de dema mehek ji Remezanê re bimîne zarok qirş û qalên li taxê berhev dikin û amadekariyên wê rojê dikin. Yanî çalakiyeke ku zarok wê organîze dikin. Zarok bi wan qirş û qalan li qadên taxên xwe hezazekê çêdikin û agir pê dixin. Paşê xwe di ser vî agirî re davêjin. Zarok bi rûkenî rikberiyê bi hev re dikin. Yanî bê ka agirê kîjan taxê gurtir e. Carinan jî ji ber vê rikberiyê qirş û qalên hev jî didizin. Ji bo Agirê Meledê zarok pereyan ji mezinên xwe berhev dikin. Dema mezinên wan alîkariya wan nekin, zarok wan rexne dikin. Yên pere nedanan wan ji wan re digotin 'di bêrîka te de mirqehek jî tune ye" û henekê xwe pê dikirin."

Kiliççioglu, anî ziman ku li gel ragihandina hatina meha Remezanê hin wateyên cuda yên Agirê Meledê yên din jî hene û wiha got: "Taybetmendiyeke din a Agirê Meledê jî, dema zarok ber bi kamilbûnê ve diçin tê pîrozkirin. Çimkî, zarok xwe di ser vî Agirê Meledê re davêjin. Ev kêfa dê û bavên wan dianî. Her wiha xelat jî didan zarokên ku xwe di ser agir re diavêtin an jî bi gotinên xweş ew pîroz dikirin. Ev jî kêfa bavê wan dianî. Taybetmendiyeke din jî berî ku ev agir bitefe û bibe pizot li cihên malê yên xewle dihat gerandin. Armanca vê jî ew e ku heke li wan deran dûpişk, mar filan û bêvan hebin direvin."

'MELEDE JI XWEMALIYA XWE DÛR DIKEVE'

Kiliççioglu, pîrozkirina Meledê ya li ber tîma mehterê jî nirxand û wiha got: "Ez li dijî pîrozkirineke wisa me. Berê jî ez li hemberî vê derketim. Çimkî ev cejna zarokan e. Lê dîsa jî me dest danî ser xweşikiyên wan. Ez naxwazim îsal beşdarî çalakiyê bibim, çimkî ev li qadê nabe. Taybetmendiya vê ew e ku li taxan bê pîrozkirin. Tim dibêjim, bila kes dest nedê. Ev çalakiyeke ku zarok wê organîze dikin. Li taxan û ji aliyê zarokan pîrozkirina wê zaf cuda ye. Lê mixabin niha ji vê wateya xwe dûr dikeve. Li qadekê û li ber tîma mehterê, li ser maseyên kokteylan tê pîrozkirin. Ji xwe niha mehter ketiye nav her tiştî. Ev rewş dibe sedema ku Agirê Meledê ji xwemaliya xwe dûr dikeve."