AGIRÎ - Li Bazîdê ku bi hinceta "ewlehiyê" bi dehan gundik, zozan û herêm hatine qedexekirin, welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin dest nîşan kirin ku, îlankirina "qedexeyan" ji bo valakirina gundan e.
Li Agiriyê, di serî de herêma Tendurekê gelek herêmên ku sivîl lê dijîn û operayonên leşkerî lê zêde bûne wek "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin û qedexekirin. Gelê herêmê yê ku debara xwe bi sewalvaniyê dike û hewl dide ku di hefteya ewilîn a Hezîranê de biçe zozanan, dest nîşan kir ku îlankirina "qedexeyê" tê wateya valakirina gundan û bi vî awayî dixwazin koçberiyê li gel ferz bikin.
‘DIVÊ HÛN GUND VALA BIKIN'
Zêdeyî 10 gundên Bazîdê hatine qedexekirin û yek ji van gundê ku hatiye qedexekirin û li quntara Çiyayê Agiriyê ye gundê Yayginyurtê ye. Welatiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku Fermandariya Cendirmeyan a Agiriyê di 19'ê Gulanê de bi riya keyayê gund ev biryar ragihandiye wan.
'EM Ê BIÇIN KUDERÊ?'
Welatiyê nexwest navê wî aşkere bibe, anî ziman ku li gund her kes sewalvaniyê dike û wiha got: "Di nivîsa ku dewletê ji malbata min re şandiye de, tê gotin ku divê hûn gund û zozanan vala bikin. Leşkeriye dibêje 'Ji ber we em nikarin li dijî terorê bitêkoşin. Ji bo em li dijî terorê bitêkoşin divê hûn gundan vala bikin.' Em jî dibêjin 'Heke em van gundan vala bikin, em ê biçin kuderê? Heta ku cihekî em biçinê nîşanî me nedin em ê çawa ji gund derkevin?"
AMADEKARÎ TEMAM IN LÊ ZOZAN QEDEXE NE
Welatî, dest nîşan kir ku li 10 gundên ku li herêmê hatine qedexekirin debara xwe bi sewalkariyê dikin û ji bo biçin zozanan hemû amadekariyên xwe kirine. Welatî wiha pirsî: "Dema dinya germ dibe ji bo çêrandinê em heywanan dibin zozanan. Zivistanê em gihayên li zozanan didin ber wan. Lê em ê niha çi bidin heywanan?"
BI TEHDÎTA VALAKIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE
Welatî da zanîn ku di sala 1993'yan de jî ew neçar mabûn ku gundê xwe vala bikin û wiha domand: "Bi salan em neçûn gundê xwe. 7 salan me nikaribû biçe zozanên xwe. Me sewalvanî nekir, em perîşan bûn. Paşê dema qedexe rabû em vegeriyan gundê xwe. Lê niha em dîsa bi heman rewşê re rû bi rû ne. Qereqol ji keyayan re gotine 'gundan vala bikin'. Gotine 'dem tune ye, lê cihên hûn lê ne qedexe ne.' Îmzeya kesên wan deran stendin. Me îmze kir ku em li vir dijîn, lê belê dîsa dibêjin derkevin. Ev ne çareserî ye. Berê jî qedexe kiribûn, tu tişt nehat çareserkirin."