'Qirêjiya' ku di nav Geverê re derbas dibe

COLEMÊRG -Robarê ku ji nav Geverê re derbas dibe, berê masî lê dijiyan û niştecihên navçeyê li qeraxên wê geşt û seyranê dikirin, niha qirêjî û nexweşînan dide der.

Robarê ku di navçeya Geverê ya Colemêrgê re derbas dibe û bi salane nayê îslehkirin, tenduristiya mirovan tehdît dike. Ji ber çopên ku lê tên valakirin bêhna genî ji robar tê. Ev robarê qirêjî di taxên Yeşîldere, Îpek, Gungor, Yeniyê re derbas dibe û ji qamirgeha Nehîlê herî dawî xwe digihîne Ava Zapê. Ev robarê ku berê masî lê dijiyan û niştecihên navçeyê li qeraxên wê geşt û seyranê dikirin, niha ji ber rûxandina taxan û bermayîyên komirê yên şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin ji qirêjî û nexweşînan xalî nabe.

JIYANA GIYANEWERAN TUNE BÛ

Ji ber bermayiyên yekîneyên leşkerî yên li navçeyê û avahiyên ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî çem hatine çêkirin, jiyana giyaneweran hema bêje hatiye tunekirin û her wiha ji ber bêhnê jî welatî nikarin nêzî robar bibin. Di dema şaredariya DBP'î de xebata îslehkirina robar li şertê DSÎ'yê yê "Avahiyên li ser çem xera bikin ku em jî robar îsleh bikin" aliqî bû. Lê qeyûmê hat tayînkirin Pasaja Îranê ya li navçeyê wek hincet nîşan dide û ji ber vê robar îsleh nake.

Têkildarî mijarê di serdema şaredariya DBP'î de gelek caran ji bo îslehkirina robar ji DSÎ'yê re nivîs hatibûn şandin, lê belê DSÎ şertê rûxandina kargeh û Pasaja Îranê ya li se robarê dabû ber wan. Heman rewş ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin jî tê derpêşkirin û rûxandina pasajê tê xwestin.

DIXWAZIN PASAJA KU PIŞTEVANIYA ABORIYA NAVÇEYÊ DIKE BIRÛXÎNIN

Esnafên li Pasaja Îranê jî, li hemberî qeyûm û DSÎ'ya ku ji bo îslehkirina robar wan dike bahane bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku heke pasaja ku piştevaniya aboriya navçeyê dike bê rûxandin, dê careke din aboriya navçeyê serobino bibe. Esnafên pasajê diyar kirin ku ji bo paqijkirina robar çi ji destê wan bê ew ê bikin û bêyî rûxandina pasajê jî robar tê paqijkirin.