REQA - Operasyona Reqayê ya şervanên QSD'ê didome. Li gel vê rawestgeha ku li ser riya şervanan e êdî bûye wek navendekê. Ev rawestgeh a ku cihê çûn û hatina şervan û sivîlan e, ji aliyê şervanan ve navê "Rawestgeha Reqayê" lê hatiye kirin.
Pêngava 4'emîn a Xezeba Firatê, di roja 17'emîn ên operasyonên ku li bakurê Reqayê tên kirin didome. Şervanên Hêzên Sûriyeya demokratîk (QSD) li rojhilat û rojavayê bajêr ji du milan ve bi pêş ve diçin û hema bêje riya Reqayê jîndar dibe. Rawestega otobêsan a li rojavayê bajêr eêdî bûye navendeke pêngavê. Rawestgeh di navbera gundên Silhebiyeyê de ye û şervanan di navbera xwe de navê "Rawestgeha Reqayê" lê kiriye.
Yekemîn wargeha reqayiyên ku ji esareta DAIŞ'ê direvin "Rawestgeha Reqayê" ye û ev rawestgeh şahdiya gelek çîrokan dike. Reqayiyên ku dema hewl didin xwe bigihînin qadên ewle, vê rawestgehê wek navendeke vehesînê bi kar tînin. Şervanên ku di van dera re derbas dibin jî av û xwarinên xwe li reqayiyên ku xwe li vir hêwirandine re parve dikin. Zarok û jinên ku ava şervanan vedixwin dem dem li kadrajên me dialiqin.
RÊWIYÊN RAWESTGEHÊ
Rawestgeha Reqayê ya ku zarok û jin li ber siya wê radikevin, dem dem dibe cihê kareyên rengîn. Rawestgeh ji betonê ahtiye çêkirin û her wiha hundurê wê jî bi rengê şîn hatiye boyaxkirin. Li ser bi erebî gelek nivîs hatine nivîsandin, lê ji van nivîsan a herî zêde balê dikişîne beşa "Diçe Reqayê" ye. Li vê rawestgehê gelek jinn ku êdî kincên rengo rengo li xwe kirine hene. Jinên ku pêşî ji ber bav û kekên xwe fedî dikin ku biaxivin, paşê ji ber nêzîkatiya germ a şervanên QSD'ê wê êş, bextewarî û huzna dilê xwe vedibêjin.
PIŞTÎ RAWESTGEHÊ
Reqayiyên ku xwe gihandin vir, ji ber ku nizanin dê biçin kuderê wesayîtên şervanên QSD'ê yên di rê de radiwestînin û navnîşanê ji wan dipirsin. Her wiha şervan jî ji bo kesên ku bixwazin biçin kampê wesayîtan tahsîs dikin wan dişînin kampê an jî kesên ku bixwazin biçin cem xizmên xwe heta cihê ku dê biçinê bi wan re diçin.
DAYIKEK KURD A REQAYÎ
Yek ji mêvanên Rawestgeha Reqayê jî dayikeke kurd e ku 50 sal in li Reqayê dijî. Fatma Mihemed, piştî dizewice li bajêr bi cih dibe û 5 zarokên wê çêdibin. Mihemed ku bi eslê xwe ji Kobaniyê ye, berê li Taxa Hawî El Hawa ya bajêr rûdinişt. Mihemed, tîne ziman ku niha çeteyan mala wan desteser kiriye. Mihemed, li rawestgehê li kêleka şervanekî QSD'ê rûdinê û tiştên hatine serê wan yeko yeko vedibêje. Mihemd, got ku kurên wê û hevjînê wê ev demeke dirêj e ji ber zilma DAIŞ'ê ji Reqayê reviyane. Mihemd, bi bîr xist ku di dema rejîmê de wan kurdan dixist mala xwe vedişart û diprast. Mihemd got ku ev rewş di dema DAIŞ'ê de jî çêbûye.
‘TU BI XÊR HATÎ'
Zahit Selam ê ku piştî riyeke 10 rojan hat jî bi gotinên "YPG ecu bixer we selame-YPG bi xêr hat" kêfxweşiya xwe tîne ziman. Selam, tîne ziman ku bi salan e ew bi hesreta rojên wisa ne û wiha dibêje: "Xwedê ji wan razî be. Xwedê ji wan razî be. Destê alîkariyê dirêjî me kirin. Niha jî deriyên malên xwe vedikin. Roja roja me ye. Em ê wek hemû gelan vêya pîroz bikin."
NOQTEYA HEVPAR
Şervanê QSD'ê Elî Kudeyran ê ku li ber rawestgehê alîkariya sivîlên reqayî dike jî bi reqayiyan re heman bextewariyê parve dike. Kudeyran wiha dibêje: "Hema bêje ev der bûye xetek. Em hemû li vir hevdu dibînin. Em dibin şahidê êş û azaran, kêf û şadiyan. Em hemû di heman astmosferê de ne. Dema ewil tên vir, ji be rji riyeke dûr tên pêşî em li tenduristiya wan dinihêrin. Paşê jî em pêdiviyên wan ên wek av û sereke bi cih tînin. Li gel rêwîtiyeke zor û zehmet jî ji ber ku hatine cem me kêfxweş in."
Nazim Deştan - dihaber