DAIŞ'ê li Mûsilê 24 kes kuşt

MÛSIL - Hat zanîn ku DAIŞê li Mûsilê tankêreke bombebarkirî teqand û 24 kes hatin kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya sputnîkê hat diyarkirin ku DAIŞ'ê li Mûsilê tankêreke bombebarkirî bi welatiyan de teqandiye û 24 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku di çalakiyê de bi dehan kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku DAIŞ'ê bi rêya xwekujekî tankêreke neftê ku bi bombeyan hatibû barkirin li taxeke Mûsilê bi welatiyan de teqand. Li gorî agahiyên herêmê herî kêm 24 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar.