ENQERE - Li nêzî naçveya Kalecîk a Enqereyê otobusa rêwiyan qeza kir. Li gorî agahiyên dest pêkê di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan 11 jê giran 32 kes birîndar bûn.
Li nêzî navçeya Kaleçîka Enqereyê saest di 06.00’an de otobusa rêwaiyan a Kastemon-Enqereyê li veqatenka riya Çankiri-Çandir ji ber ajokar raket qeza kir. Li gorî daneyên destpêkê di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da 11 jê giran 32 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin û Walîtiya Enqereyê derbarê qezayê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt gotin: “Di 27.05.2017’an roja Şemyê saet 06.00’an de otobusa rêwiyan a ji Kastamonê dihat Enqereyê li ser veqetaneka riya Çankir-Çandirê ji ber ajokarê wesayîtê raza qeza pêk hat. Li gorî tesbîtên destpêkê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 jê giran 32 welatiyên me birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşnaeyan û tên dermankirin. Dernarê qezayê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Em dibêjin xwedê rehma xwe li kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane bike û ji welatiyên me yên birîndar bûne re şîfayê dixwazin.”