Hezar ciwanên Reqqa, Dêrezor û Tebqayê tevlî QSD'ê bûn

REQQA – Zêdeyî hezar ciwanên Reqqa, Dêrezor û Tebqayê serdana Navendên QSD'ê kirin û beşdarî nava hêzên leşkerî bûn û diyar kirin ku armanc dikin ku tevahî Sûriyê ji DAIŞ'ê rizgar bikin.

Fermandarê QSD'ê Eslan Ereb diyar kir ku zêdeyî hezar Ciwanên Reqqa, Dêrezor û Tebqayê serdana Navendên QSD'ê yên li bajarê Tebqayê kirin û wiha got: ¨Ev yek nîşan dike ku baweriya ciwanan heye ku dê hêzên QSD'ê wan biparêzin û herêmên wan azad bikin.¨ Ereb bang li tevahî ciwanên Reqqayê û Tebqayê kir ku beşdarî nava refên hêzên leşkerî bibin û destkeftiyên ku di Hemleya Xezeba Firatê de hatine bidestxistin, biparêzin. Li noqteyeke şervanan hejmara ciwanên ku serdan kirin nêzî 250 kesan bû, çend ciwanê ku beşdarî nava refên hêzên leşkerî bûne, kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê têbikoşin û Reqqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Ciwanê bi navê Hatim Xelef El-Kuleyb da zanîn ku ew ciwanên êlên bajarê Tebqayê û wiha got: ¨Wek ciwanên Tebqayê em tevlî nava refên QSD'ê bûn, da em tevahî herêmên Sûriyê ji tarîtiya çeteyan xelas bikin.¨

Ciwanê bi navê Ebdulhenan El-Şimerî jî anî ziman ku wek ciwanên êlên bajarê Reqqayê ew li ser banga hatin û wiha domand: ¨Em soz didin ku em ê Reqqayê, Dêrezorê û tevahî Sûriyê ji çeteyan azad bikin. Em hêvî dikin ku hemû êlên Kantona Cizîrê û Tebqayê dikin ku piştgiriya hêzên QSD'ê bikin. ¨

Her wiha ciwanê bi navê Ibrahîm El-Xursanî yê ji bajarê Dêrezorê jî destnîşan kir ku wî tevî malbata xwe ji bajarê xwe koçî Tebqayê kir û tevlî nava refên QSD'ê bû. El-Xursanî wiha got: ¨Em soz didin ku em ê derbasî Dêrezorê bibin û gelê xwe ji nava pençên çeteyan rizgar bikin.¨