Dorpêça Kolana Yukselê rabû, lê dorpêça bîrdariyê mafên mirovan ranebû

ENQERE - Dorpêça li Kolana Yukselê ku roja Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hat girtin, dest pê kiribû rabû. Lê dorpêça li dora Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê hêj didome.

Roja ku Akademîsyen Nuriye Gülmen û Momoste Semih Ozakça hatin binçavkirin û girtin di 23'ê Gulanê de kolana Yukselê li çûn û hatinê hat girtin û hat dorpêçkirin. Dorpêça Kolana Yukselê bi awayekî qismî rabû. Lê dorpêça li dora Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê hêj didome. Rawestîna TOMA û polîsan a li ber birdariya mafên mirovan didome.

Esnafên Kolana Yukselê piştî 4 rojan dikanên xwe vekirin.