ENQERE - Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 122'an de xwestin çalakiya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" pêk bînin, lê rastî astengiya polîsan hat. Ji ber vê yekê çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê pêk anîn.
Malbat, xizm û parazvanên mafên mirovan ku her hefte li Kolana Yukselê kom dibin û çalakiya "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" pêk tînin vê hefteyê ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 122'an de xwestin li Qada Yukselê kom bibin û çalkaiyê pêk bînin. Polîsan destûr neda û bûn asteng. Li ser vê yekê înîsiyatifê çalakî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê pêk anîn. Li ser navê Înîsiyatifê Selahattin Gider daxuyanî xwend û helwesta polîsan şermezar kir. Gider, anî ziman ku li Girtîgeha Silivrî ya Hêjmar 9 girtiya nexweş Mesude Pehlivan 53 mehin bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Gider, anî ziman ku xizmên diçin ziyaretê rastî gelek astengiyên zahmet tên û xwestin ev zextên li ser girtî û malbatên girtiyan bi dawî bibin.