ÎZMÎR - Hevalê Selîm Martîn ê ku beriya 36 salan bi îşkenceyê hate kuştin, Îbrahîm Akin diyar kir ku li Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin û pêkanînên 12'ê Îlonê îrojî berdewam dike.
Lİ gorî daneyên Wezareta Dadê di dema darbeya 12'ê Îlonê de 650 kes hatine binçavkirin, di îşkenceyan de û li girtîgehan 234 kesan jiyana xwe ji dest dane. Yek ji van kesan jî Selîm Martîn e. Martîn ê di 27'ê gulana 1981'an de hate girtin di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Martîn ê ki di îşkenceyê de navê xwe negot û nasnameya wî jî nehat tespîtkirin li Goristana Bergamayê hate definkirin.
Dema ku Martîn hate kuştin hevalê wî Îbrahîm Akin ê di bin binçavan de bû, şahidiye heman pêkanînan kir. Akin, hevalê xwe Martîn û pêkanînên Tirkiyeya îro vegot. Akin diyar kir ku bi MArtîn re li Uşakê demeke dirêj mane û wiha axivî: "Di 12'ê îlonê de şertên zehmet hebû. Dema ku me têkoşîna demokratîk û siyasî dimeşand, siyaseta me ya demokratîk wekî nerea hate îlankirin. Wekî ku îro dikin veguherandin gotina 'terorê'. Ez û SElîm li Uşakê gelekî xebitîn. Hem xebatên sendîkayê hem jî xebatên civakî dimeşand. Selîm hevalekî afirîner bû. Mirovakî civakî bû. Li tembûrê dida. Bi zarokan re têkîliyên wî gelekî baş bû. Gelek dihat hezkirin. Dema kun mirov dimirin li pey wan hin tişt tên gotin. Dikin qehreman lê min di Selîm de ev dîtibû. Di navbera geton û nêzîkatiyên wî de cudatî tunebû. Wî bixwe jî jinaya ku pêşniyarî me dikir jiya. Digot ê bi saxî neyêm girtin û wisa jî bû."
Akin anî ziman ku ew bixwe jî piştî 12'ê îlonê hatiye girtin û ji îşkenceyê hatiye derbaskirin. Akin anî ziman ku ew di îşkenceyê de agahiya kuştina Martîn girtiye û wiha axivî: "Dema ku em hatin girtin Selîm ji me pirsîn. Dewlet gelekî ji wî ditirsiya. Ji Uşakê em anîn Îzmîrê. Di roja 52'yemîn a îşkenceyê de me bihist ku Selîm hatiye girtin û kuştin. Bi birîndarî tê girtin ji ber zêde xwînê winda dike jiyana xwe jidest dide. Dema tê girtin navê wî dipirsin lê nabêje." Akin anî ziman ku ewil nayê zanîn kesê ku hatiye kuştin ew e lê di saetên pêş te tê fêmkirin ku kesê ku hatiye kuştin Martîn e.
'TIŞTEK NEHAT GUHERTIN'
Akin destnîşan kir ku pêkanînê wekî dema 12'ê îlonê îro jî berdewam dike ligel ku 36 sal derbas bûye jî tiştek nehatiye guhertin. Akin wiha axivî: "Feraseta ku tehamulî nêrînên ku fikrên demokratîk diparêze nehat pêşxistin. Em bi feraseta dewletê ye jibilî fikrên xwe hemû tiştî wekî terorîst îlan dike re rû bi rû ne. Îro AKP jî bi heman awayî dike. Wê demê çepgir dijminê 12'ê îlonê bûn. Niha jî wisa yê lê bi giranî kurd bi heman awayî tên îfadekirin. Em li vî welatî kesên ku mafên jiyanê dixwazin lê wekî terorîst tên îlankirin naxwazin. Ev naqedin. Bi kuştina Selîm, ew tunenekirin. Hezkirina Selîm û siyaseta wî mezin bû. Li vî welatî bi kuştinê û tunehesibandinê ve encam nayê bidestxistin. Ev hate dîtin. Lê piştî 36 salan em vî dîsa dijîn. Em ji nifşên piştî xwe tiştekî nahêlin. Em dijminatiyê û nebaşiyê dihêlin. Li Meclîsê, kolanê, li her derê têkoşîna demokrasiyê didome. Em dikarin bibêjin fikra Selîm jî didome."