Li dijî ciwanan operasyona binçavkirinê

STENBOL/AMED- Li Stenbol û Amedê di serdegirtinên malan de gelek ciwan hatin binçavkirin.

Li gelek navçeyên Stenbolê bi şev polîsan bi ser gelek malan de girtin. Jibilî malan bi ser yurdên xwendekaran de jî hate girtin. Di serdegirtinan de hate hînbûn ku gelek ciwan hatine binçavkirin. Hejmara xwendekarean û sedema binçavkirinê nehat hînbûn.

Navên hin xwendekarên ku hate hinbûn ev in: Mazlum Karagoz, Kemal Yonet, Vural Ulugana, Nuray Îşcen.

AMED

Li Amedê jî di serdegirtina malekî de xwendekarê bi navê Burhan Atîz hate binçavkirin. Polîsên ku li navçeya Yenîşehîrê bi ser mala xwendekaran de girtin xwendekarê bi navê Burhan Atîz ê xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê ye binçavkirin. Sedema binçavkirina Atîz nehat hînbûn. Nehat hînbûn ku Atîz ê hatiye binçavkirin birin kû derê.