Gelo NATO bi QSD'ê re tifaqê pêk tîne?

ENQERE - Tevlibûna NATO'yê ya Koalîsyona li Dijî DAIŞ'ê ya ji 15 welatên ku DYA serkêşiyê dike hin pirs jî bi xwe re anî. Tevlibûna NATO'ya tifaqê têkîliyên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ya ku li qadê hêmayê herî esasî ya koalîsyonê ye anî rojevê.

Piştî ku DAIŞ ji Rojhilata Navîn derket û Musil dagir kir û ber bi Sûriyeyê ve çû, li cihanê bû tehdîdekî pêşî nayê girtin. Di pêvajoya ku hêzên navneteweyî ewil temaşe kirin û heta ji hin welat jî piştgirî gir de li dijî DAIŞ'ê têkoşîna herî xurt kurdan da. Bi taybetî piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir û dagir kir bi mehan berxwedana kurdan berdewam kir û vê yekê hişt ku hêzên navneteweyî jî li hemberî vê helwestê nîşan bidin.

BERXWEDANA KOBANÊ KOALÎSYON FERZ KIR

Di Tebaxa 2015'an de ji aliyê 15 welatên ku Dewletên Yekbûyê yê Amerîka (DYA) serkêşiyê dike Koalîsyona li Dijî DAIŞ'ê ava kirin. Koalîsyonê bi taybetî li dijî DAIŞ'ê êrîşên heweyî pêk anî li herêmê jî piştgirî da hin hêzên ku li dijî DAIŞ'ê şer dike. Ji roja ku koalîsyon hate avakirin heta niha li dijî DAIŞ'ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ku YPG û YPJ hevparên wî ne ji Kobanê dest pêkir û DAIŞ paşve xist bû mutefîkê xwezayî ya koalîsyonê.

QSD LI QADÊ HÊMAYA TEKANE YE

Ligel ferzkirinên Tirkiyeyê ya "devji wan berdin bi me re tifaqê pêk bînin" jî QSD li qadê hemaya herî esasî ya Koalîsyona li Dijî DAIŞ'ê ye. Herî dawî îmzekirina Donald Trump a biryarnameya ku DYA rasterast çekan dide QSD'ê îmze kir ve geşedanên nû derketin holê. Herî dawî jî beriya 2 rojan NATO ya ku di 1949'an de ji aliyê welatên rojava ve hate avakirin û Tirkiye jî endamê wî ye biryara tevlîbûna Koalîsyona li Dijî DAIŞ'ê girt. NATO ya ku li cihanê wekî hêza herî girîng a leşkerî tê qebûlkirin tevlîbûna wî ya koalîsyonê gelo dê têkîliyekî çawa bi QSD'ê re dayne jî anî rojevê.

TÊKÎLIYÊN NATO Û YPG'Ê DI ROJEVA ERDOGAN DE YE

Ev pirs di dema serdena Serokomar Tayyîp Erdogan a Yekîtiya Ewropayê (YE) de ji Erdogan hate pirsîn. Erdogan ê pirsa "Gelo di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de di navbera NATO û YPG'ê de têkîlî pêk bê? Nerîna NATO'yê ya ji bo YPG'ê qet hate rojevê" hate pirsîn û Erdogan jî gote wan mijar anîne rojeva muxataban. Erdogan îdia kir ku nêrînekî NATO'yê ji bo YPG'ê êrênî tuneye.

Ligel gotinên Erdogan a "nêrînekî êrênî ya NATO'yê ji bo YPG'ê tuneye" jî QSD di qada navneteweyî de ji aliyê hêzên NATO'yê ve wekî hêzekî di têkîliyan de be dixuya, di vî warî de gelek geşadan hene. Lê tê gotin ku ev hewldan dê li esr esasê guhertina siyasî ya QSD'ê be, li hemberî vê jî QSD ligel hemû ferskirina nasnameya xwe biparêze. Hin çavdêrên li qadê balê dikişînin li ser rêxistinbûna QSD'ê ya demokratîk û dibêjin ku sedema ku hêzên herî girîng ên cihanê bi QSD'ê re datînin jî ev cewherê wî ye.