ANTALYA - Turîsta bi navê Elena Karas (26), ku hatibû Antalya li odeya xwe darvekirî hat dîtin.
Li navçeya Aksu ya Antalya li Odela Grand Park a Herêma turîzmê turîstê bi navê Elena Karas ê ji bajarê Belarusê hatibû, li odeya xwe darvekirî hat dîtin. Personelên otelê dema ku çûn odeyê darvekirî dîtin û agahi dan polîsan. Piştî yekîneyên tenduristiyê hatin û lêkolîn kirin diyar kirin ku Karas a 26 jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Karas ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa edlî ya Antalyayê.