ŞIRNEX - Raporên pêzanan a têkîldarî du birayên Yildirim ên ku li Sîlopiyê panzera polîsan kete hundir û jiyana xwe ji dest dan parastina ajokarê wesayîtê polîsê bi navê Omer Y. a "wesayît bi arîze ye" pûç dike. Di raporan de arîzeyekî teknîkî ya wesayîtê nayê dîtin tê gotin ku polîs Omer Y. bêraye û bêtecrube ye, îdare jî bi qusur e.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di 4'ê gulanê de du birayên bi navê Muhammet û Furkan Yildirim ên ku panzera polîsan kete mala wan û jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî mirina herdu birayan detayên lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê ve tê meşandin hate destxistin. Di dîmenên ku dosyaya lêpirsînê cih digire de panzera ku di 1994'an de ji Amerîkayê hatiye kirîn a bi plaqaya 73 A 0133 Dragon-1 ji ber avahiya MHP'ê saet di 00.28'an de derdikeve. Saet di 00.29.56'an de panzera ku vedigere piştî demeke kurt dimîne û careke din rê dikeve û ber bi kolana ku mal li wir ve diçe. Li gorî bêtelên polîsan a di dosyayê de polîsê bi navê Omer Y. ê ku panzerê dajo saet di 00.31'an de anonsa ku qeza kiriye ji navendê re radigihîne. Piştî anonsê polîsên ku tên cihê bûyerê ewil Omer Y. bi wesayîta zirxî ve dibin nexweşxaneyê, ji bo herdu birayên tên ecipandin jî ambulansê dixwazin.
HÊ DOZGER NEHATIYE FERMANA 'PANÇERÊ RAKIN' HAT DAYÎN
Ambulansên ku piştî demeke tên cihê bûyerê herdu birayên Yildirim dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, ji Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hê dozger nehatiye fermana ku panzera ketiye hundirê malê rakin didin. Polîsekî ku rayeya wî ya ajotina panzerê heye, panzer ji hundirê malê tê derxistin û dibin lojmanên polîsan a li TOKÎ'yê.
POLÎS: EZ SEKINÎM, FREN NEXEBITÎN
Polîsê bi navê Omer Y. ê ku panzer dajot piştî ku tê dermankirin tê binçavkirin. Omer Y. ê dema ku îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve tê girtin wiha dibêje: "Dema ku min xwest park bikim, wesayît nişkava sekinî, ber bi jêr, ber bi cadeya 52'yemîn a ku kolana 715'an heye ve çû. min lingê xwe di frenê de girt. Lê ji ber ku wesayîtê stop kiribû sîstema frenê nexebitî. Leza wesayîtê piştre zêde bû. Di vî avberê de min dît ku lambeyên wesayîtê vemirîne, min şartêla esasî girt û careke din vekir. Ji bo motorê bidim xebitandin min careke din pêlî bişkovkê kir. Lê motor nexebitî. Lambe careke din vemirîn. Min wesayîk anî rewşa parkê lê ew jî nebû. Bi sekinandina wesayîtê ve nêzî 70 metre bin ev tişt dubare kir. Lê wesayîk nexebitî. Dîreksiyon kilît bû. Fren nexebitîn. Wesayît derveyî kontrola min li malê ket."
OMER Y. Ê HAT GIRTIN: QUSURA MIN TUNEYE
Omer Y. di parastina xwe de îdia kir ku zarokên ku di bin diwar de mane bi polîsên ku hatine cihû bûyerê ve derxistine. Omer Y. ê ku di îfadeya xwe de îdia dike ku xemgîn e, bêsûc û bêqusur e got ku roja bûyerê ereq venexwariye û xwest bêyî girtî bê darizandin.
Omer Y. ê ku piştî îfadeya xwe bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê a Sîlopiyê hat kirin ji ber "bi teqsîrê bûye sedema kesan" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
TU ARÎZE TUNE YE
Berovajî vegotinên ajokarê wesayîtê Omer Y. polîsê ku panzer avêt wesyîtê û bir avahiyên TOKÎ di îfadeya daye dozger de diyar kir ku di wesayîtê de tu arîze tune ne.
RAYEYA PANZERÊ BIKAR BÎNE TUN YE
Li gorî agahiyên di dosyaya lêpirsînê ya ji 400 rûpelan pêk tê, piştî bûyerê di bersiva talimata Serdozgeriyê Komarê ji Midûryeta Polîsan re şandiye de hat diyarkirin ku belgeya rayeya Omer Y. ya bikaranîna panzere tune ye û di kursekê re ne hatiye derbas kirin. Dîsan di bersiva hatî dayîn de hat gotin ku piştÎ darbeya 15’ê Tîrmehê, hemû polîsên ku rayeya bikaranîna panzerê hene ji kar hatine derxistin ji ber wê yekê Omer Y. ji bo demekê di karanîna panzerê de hatiye peywirdarkirin. Derket holê ku Omer Y. yê ji bo bikaranîna panzera ku 11 tone belgeya ajotinê ya D-1 tune ye tenê belgeya ajotinên B heye.
‘DI FREN Û DÎREKSIYONÊ DE TU PIRSGIRÊK TUNE NE’
Raporên trafik, ceyran, makine, kamera û wêne yên pisporên ku ji aliyê dozger ve hatine peywirdarkirin, Omer Y. ê ku digot di wesayîtê de pirsgirêk heye diderewînin. Di raporên pisporan ên ku hevdû digirin de ev tesbît cih digirin, “Di fren, direksiyon, geyran û rûnê wesayîtê de tu pirsgirêk tune ne. Ji ber kesê wesayît bi kar aniye xwedî perwerdehiyek baş nîne, di îhtîmala revîn pê li frenê de direng mabe heye û em di wê qenaetê de ne ku nekariye hakîmê wesayîtê bibe.”
‘TECRUBE DIKARÎ PÊŞIYA QEZAYÊ BIGIRE’
Di tesbîta Pisporê makineye kirî de sedemê qezayê bi van gotinên “Ger kesê wesayît bi kar dianî bi tecrübe û perwerde buya dikarî wesayîtê bi frena ji nişka ve rawestîne û ev diyar dike ku kesê wesayît bi kar tîne bê tecrübeye” radixe berçavan.
PISPORÊ CENDIRMEYAN: ÎDARE JÎ XWEDÎ HEMAN QUSURÊ YE
Peywirdarên cendirmeyan ên lêkolîn li cihê bûyerê kirin jî di raporê de diyar kir ku di qezayê de hem sûcê îdarê hem jî sûcê ajokar heye û ev tişt gotin: “Li gorî qanûna 42. û 76. a Trafîka Riyên Bejahiyê derketiye holê ku ‘Sertîfîkaya Motora Ajotinê’ ne hatiye dîtin. Ji ber vê yekê ajokar hemû taybetmediyên wesayîtê nizane, ligel îda û hewldanên dike jî ji ber agahiyên wî yên ji bo rawestandin û xebitandina wesayîtê tune ne nekariye tedbîran bigire.”
Di encamên testê yên girteka muayenaya wesayîtê de jî hat diyarkirin ku di sîstema frene de tu pirsgirêk tune ne.
Birayên Yildirim ên duh li dozgeriyê îfade dan diyarkirin ku malbata wan derbarê bûyerê de gilîdarin û xwestin ku berpirsyar bên cezakirin.
Gokhan Altay / Cîhan Olmez - dihaber