Girtiyan bi navê 'Ziyareta parêzeran' dixapînin

MUGLA - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê, diyar kir ku rayedarên girîgehê bi gotina "parêzer dixwaze bi were hevdîtin bike" girtiyan ji odeyan derdixe û piştre wan dibe cem polîsên TEM'ê.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê, rasti pêkanînên balkêş ên rêveberiya girtîgehê tên. Li ser navê "Parêzer dixwaze we bibîne" bang li girtiyan dikin û piştre girtiyan dibin cem polîsên TEM'ê. Kadir Tazecan ê di 12'ê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê hat berdan, baş kişand ser pekaninên li girîgehê. Tezecan, anî ziman ku mafên girtiyan ên spor, pirtûkxane û mafên civakê tên astengkirin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê bi armanca girtiyên siyasî teslîm bigire, şerê taybet li ser girtiyan dimeşîne. Zextên li ser girtiyan zêde dike. Niha bi navê 'Parêzer hatine dîtina we' girtiyan derdixin û piştî girtî diçin odeya parêzeran a hevditinê rastî polîsên TEM'ê tên. Li şûna parêzer wan pêşwazî bike yekîneyên polîsên TEM'ê girtiyan pêşwazî dikin. Dixwazin polîtîkaya sîxuriyê pêş bixin. Lê hevalên be bertekên hişk nîşanî vê yekê dan. Gardiyanên hatin odeya me gotin 'Vir girtîgeh e. Divê hun li gorî vir tev bigerin.' Careke din jî gardiyan hatin û xwestin hevalekî me bi zorê bibin.

GIRTÎ BI RÊK PÊK RATÎ RASTÎ TUNDIYÊ TÊN

Prz. Mazlum Demîrbag ku bi muwekilê xwe Hevserokê HDP'e yê navçeya Milasê Kamuran Doga re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku li ser girtiyên siyasî bi rêk û pêk tundî tê meşandin û wiha got: "Name û rojname bi zanebûn tên asteng kirin. Girtî rastî lêgerina tazî tên. Muwekilê min nexweşê dil e. Dîsa xwîna wî hişk dibe. Divê bi rêk û pêk bê dermankirin û îlacan bikar bîne. 3 hefteye îlacên muwekilên min nade wî. Bi zanebûn dermankirina wi asteng dikin. Nexweşiya muwekîlê min di 25'ê Gulanê de giran bû. Lê wî nabin nexweşxaneyê. Bêyî wî bibin nexweşxaneyê cerdirme wî dîsa dibin girtîgehê. Roj bi roj tenduristiya muwikilê min xerab dibe û divê rayedar bi lezgîn wî bibin nexweşxaneyê.

Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê diyar kirin ku kesê rayedar ên agahî bitin tune.