Wêneyên rojnamegerên girtî li Kolanê Parîsê xêz kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê Kolanan ê Parîsî Christian Guémy bi piştgiriya RSF'ê, îro û sibê dê wêneyê 10 rojnamegerên li Tirkiye girtî li kolanan xêz bike.

Hunermendê navdar ê kolanan Christian Guémy ê bi navê C215 tê nasîn bi piştgiriya Rojnamegerên Sînornenas (RSF), îro û sibê wêneyê 10 rojnamegên girtî dê li kolanan xêz bike. Sekreterê Giştî yê RSF'ê Christophe Deloire, diyar kir ku li Tirkiye bi dehan rojnameger ji ber sedemên pûç û vala girtî ne û wiha got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha herî mezin a Cîhanê ye. Em ji berh hunerê Christian Guémy spasiyên xwe dikin. Ew rû dengê ku Erdogan dixwaze wan bêdeng bike li kolanê porIîsê em dê bidin nîşandan. Ev rêya ku nehatine ji bîr kirin û gel li wan xwedî derdikeve ye.

Dê bi şablonên #SaveTurkishJournalists (#RojnamegerênTirkiyeyîRizgarbikn) wêneyê Murat Aksoy, Şahin Alpay, Ahmet Altan, Kadri Gursel, Nazli Ilicak, Musa Kart, Înan Kizilkaya, Tunca Ogreten, Ayşenur Parildak û Ahmet Şik de bên xêzkirin.
Ev şablon dê li kesên bixwazin li kolana parîsê piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî bê belav kirin. Li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne. Li gori rapora RSF'ê ya Azadiya Çapemeniya Cîhanê, di nava 180 welatan de Tirkiye di rêza 155'an de cih digire.