'Rejîma dîktatoriya nû ava dikin'

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Cuma Alî Dogan di qunciknivîsa xwe ya rojnameyê de bal kişand ser rejîma taybet ê Erdogan û Bahçelî û diyar kir ku rejîma dîktatoriya nû ava dikin.


Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Cuma Alî Dogan, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de anî ziman ku xwesazûmankirina rejîma şerê taybet a dîktatoriya Erdogan-Bahçelî di her alî de berdewam e. Dogan wiha got: "Di vê çarçoveyê de rojane pêngavên nû diavêjin û li vê rejîma dîktator hinek tiştên din zêde dikin. Derbasbûna ser serokatiya AKP’ê ya Erdogan jî em dikarin wek yek ji van pêngavan bibînin."

Dogan, li ser sazumankariya dîktatoriya Erdogan Bahçelî rawestiya û wiha got: "Her çi qas ev pêngava ku di nav sînorên TC’yê de hate avêtin, ji bo sazûmankirina dîktatoriya Erdogan-Bahçelî xwedî cihekî xwe hebe jî, bi tena serê xwe ev hewldan têrê nake. Bi taybetî jî piştî referandûma ku di bin tundiya faşîst de derbas bû, pirsgirêka rewabûna van pêngavên rejîma faşîst derxist holê û ev yek jî girîngtirîn pirsgirêka herî mezin li pêşiya wan xuya dike."

Dogan bal kişand ser armanca serdana Erdogan a welatên derve û wiha berdewam kir: "Her çi qas di vê mijarê de xwe wekî ku xeman naxwin nîşan bidin jî, rastiya vê pirsgirêkê nikarin veşêrin. Divê serdanên R.T. Erdogan ên ji bo Rûsya, Çîn, ABD û piştre jî li Brukselê, di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Her çi qas van serdanan bi gelek sedemên cuda ve girê bide jî, nikare bingeha armanca van serdanan biguherîne. Ji ber vê yekê serdanên R.T. Erdogan ên ji bo Rûsya, ABD, Çîn û Brukselê, mirov dikare rasterast wek hewldana rewakirina dîktatoriya xwe pênase bike. Ji derveyî vê tu armancên wê yên din tune ne. Wisa xuya dike ku R.T. Erdogan û şûrekaya xwe dê ji bo muxatabgirtina xwe, serdanên xwe yên bi vî rengî li gelek dewletên din jî bidomînin. Divê van hewldanên dîktatoriya Erdogan-Bahçelî mirov di çarçoveya şerê taybet-psîkolojîk de bibîne. Li gel cureyên rengên reş û gewr ên şerê psîkolojîk, her wiha propagandaya spî jî di nava rêbazên şerê psîkolojîk de cih digire."

Dogan, li ser propaganda spî jî rawestiya û wiha dirêjî da nivîsa xwe: "Taybetiya ku propagandaya spî ji cureyên din cuda dike jî, daxuyanî, nûçe, dîmen, agahî û wêneyên ji derveyî berjewendiyên têkildarî dost, hêz, dewlet an jî kesên ku dixwazin li cem wan bin/li cem wan xuya bikin, digire nav xwe. Ji bo derxistina provakasyon û arastekirina civakê weşandina nûçeyan wek ‘propagandaya reş’ tê zanîn. Her wiha manîpulekirina rastiyan, bêalîkirina wan û bi nediyarbûnê li gorî daxwaza xwe bikaranîna wan jî, dibe mijara ‘propagandaya gewr’. Ji van cudatir ‘propagandaya spî’ jî, bi şêlûkirina diyardeyan hewl dide ku van diyardeyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne."


Dogan, li ser pêvajoya piştî 16'ê Nîsanê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Balkêş e ku piştî referandûma 16’ê nîsanê kesên ku di serî de dîktatoriya Erdogan-Bahçelî pîroz kirin, komên çete yên El Nusra û Ehrar El Şam ên ku li ser navê wan şer dikin, bûn. Piştre jî Mesûd Barzanî ev rejîma faşîst pîroz kir. Li hemberî vê yekê DYA û Yekitiya Ewropayê jî daxuyaniyên bitemkîn dan. Wateya vê ya di qada navneteweyî de jî ev e; ‘rewabûna encamên referandûmê bi şik û guman tên dîtin.’ Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ya ku ji bo muxalefeta hundirîn ku di bin faşîzma sext de xwedî têkoşîn û bîrdoziyeke hevpar nîn in, digotin ‘em ê biçewisînin û derbas bibin’, ‘bitepisînin’, herî zêde ji vê rastiyê ku me li jor vegot, ditirsiyan."

Dogan, li ser bandora şerê taybet a li ser aborî, siyasîû leşkerî jî rawestiya û wiha pêde çû: "Bandora vê rastiyê ya ku dê li muxalefeta hundirîn, aboriya navneteweyî, siyasî û leşkerî bike, her wiha hebûna şerê taybet-qirêjî yê li Kurdistanê ev tirsa wan a heyî, bêhtir kûr kir. Ji ber vê yekê jî armanca sereke ya dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ya ku êdî li pey xelaskirina kêlî û rojan ketin, xwe rizgarkirina ji vê tirsê ye. Piştî serdanên R.T. Erdogan ên li Rûsya, Çîn, DYA û dewletên din, çapemeniya alîgir, hewz an jî çapemeniya teslîm hatiye girtin an jî tiştekî din, çapemeniya hikumeta desthilatdar bi yek fermanê gotinên ku ji yek devî derketin dubare kirin û ketin nava liv û tevgerê. Di ragihandinên xwe de ‘serkeftinên’ van serdanan rêz dikirin û mehta R.T. Erdogan dikirin. Hevdîtina R.T. Erdogan a bi Trump re derxistin ber asîmanan û axaftina Erdogan a 20 deqeyan ku nîviya wê jî bi gotinên nezaketê û wergere pêk dihat, derxistin manşetên xwe. Ev jî mînakeke herî vekirî ya ji rêbaza şerê taybet-psîkolojîk a propagandaya spî ye."

Dogan herî dawî armaca ziyaretên Erdogan a wiha şirove kir: " Her çi qas serdanên R.T. Erdogan ên di qada navneteweyî de bi armanca rewakirina rejîma dîktatoriyê ya şerê taybet pêk hatibin jî, armancên van serdanan bi raya giştî re cuda hatine ragihandin û ev serdan wek mînakeke herî şênber a propagandaya spî cih girtiye. Lê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ku rejîma xwe ya şerê taybet li ser hewldanên rizgarkirina rojên xwe sazûman dikin, ne mimkun e ku bi ser bikevin. Her wekî dibêjin “Dûvikê derewan kurt e.” em jî dibêjin ku wekî heta roja me ya îro, ne mimkun e ku ji vir bi şûn de jî ev şerê psîkolojîk bi ser bikeve."