AMED - Li Sûra ku hilweşîn didome malbatên bêav û ceyran ketin meha Remezanê, li ser dîwar nivîsa “Rojî hat, av tune ye ka mislimantî” nivîsandin û bertek nîşanî geşedanên dawî dan.
Li taxa Alîpaşa û Lalebeyê ya Sûra Amedê, 5 roj in di bin navê "veguherîna bajêr" de rûxandin didome. Malbatên ku bi mehane ligel hemû zextan jî malên xwe bernadin, li dijî bêavî û ceyraniyê li berxwe didin. Malbatên ku meha Remezanê jî bêav û bêceyran pêşwazî kirin, diyar kirin ku ev awayekî cezakirinê ye û bertek nîşanî rewşê dan.
‘DI MISLIMATIYÊ DE TIŞTEK WIHA HEYE?’
Nazîfe Tanrikulu diyar kir ku pêkanînên tên kirin di tu olan de tune ye û wiha got: “Dema paşîvê me bi ava kêm îdare kir. Ji bo zarokên xwe em mecbûr dimînin ku ji taxên din avê bînin. Kesên her roj derdikevin û dibêjin em mislimanin, di vê Remezanê de bila tişta tînin serê me bibînin. Di mislimantiyê de tiştek wiha heye?”
Welatiyê taxê yê bi navê Mahmut da zanîn ku kesek dengê wan na bihîze û wiha pêde çû: “Dixwazin bêaviyê me bikujin. Ez ji bêaviyê bimirim jî gavekê na avêjim derve.”
‘JI TOLEDO’YÊ RE NA’
Welatiyên Sûrê bi nivîsên li ser dîwaran nivîsîne bertek nîşanî rewşê dan. Welatiyan gotina Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu ya “Em ê Sûrê bikin Toledo” bibîr anîn û li ser dîwar gotina “Ji Toledoyê re na” nivîsin, bi destpêkirina Remezanê re jî derbarê girtina avê de jî wiha gotin “Rojî hat, av tune ye ka mislimantî.”