Li Colemêrgê kesên bijartî neman!

COLEMÊRG - Li Colemêrga ku her 3 parlementerên wê yî bi dengên zêde hatin hilbijartin û hatin girtin, piştî hevşaredarên navçeyan jî hatin binçavkirin, li bajêr kesên bijartî neman.

Li navena Colemêrg û navçeyên wê bi operasyonên girtinê yên li dijî li vîna welatiyan pêk hatin, hema bêje kesên bijartî neman. Cara ewilî di 23'yê tebaxa 2015’an de hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatipoglû û Nûrûllah Çiftçî bi hinceta beşdarî daxuyaniya rêveberiya cewherî bûne hatin girtin. Pişt re jî wekîlên şaredariyê Fatma Yildiz û Şaban Alkan jî di nav de gelek endamên meclisê hatin girtin û li cihê wan di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm hat tayînkirin.

VÎNA BIJARTÎ GIRTÎ YE!

Operasyon bi vê re jî sînorkirî neman û vê carê parlementerên bajêr ên HDP'î Selma Irmak, Abdûllah Zeydan û Nîhat Akdogan ku bi zêdetirî ji sedî 80’yî dengî hatibûn hilbijartin hatin girtin. Pişt re jî li dijî hevşaredarên Geverê yên zêdetirî ji sedî 86.6 deng wergirtibûn û yên navçeya Şemzînanê yên zêdeitirî ji sedî 49.6 û navçeya Çelê yên zêdetirî ji sedî 54.2 deng wergirtibûn operasyonên binçavkirinê pêk hatin. Di van operasyonan de jî Hevşaredarê Şemzînanê Seferi Yılmaz, hevşaredara Geverê Adile Kozay û hevşaredarên Çelê Servet Tunç û Hilal Duman jî di nav de gelek endamên meclisê hatin binçavkirin.

Bi van operasyonên dawîn re, li navenda Colemêrg û navçeyên wê ji bilî hin endamên meclisên şaredariyan tu kesê bijartî nema.