Malbatê xwest girtiyê nexweş Baymiş bê berdan

ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Nîhat Baymiş 19 rojin li nexweşxaneyê tedaviya kemoterapî dibîne. Malbatê xwest ku dermankirina Baymiş ne li girtîgehê li derve bidome.

Girtiyê nexweşê Losemiyê Nîhat Bayram ê 6 sale li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakrana Îzmîrê dimîne, 19 rojin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşîlyurtê di bin “ewlehiyê” de tê dermankirin. Baymiş ku tedaviya kemoterapî dibîne hat zanîn ku rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Bijîşkên Baymiş ê ku 11 meh maye bê berdan diyar kirin ku îltîhaba zêde ya di laşe wî de hatiye rawestandin û hişk dibe.

Bijîşkan da zanîn ku hucreyên laşê Baymiş xwe nû dikin û birînên di devê wî de jî sax dibini.

Birayê Baymiş, Vedat Baymiş, da zanîn ku rewşa birayê wî ber bi başbûnê ve diçe lê dermankirina wî nikare li girtîgehê bê berdewamkirin. Baymiş, bi lêv kir ku divê birayê wî bê berdan û dermankirina wî li derve bê berdewamkirin.

Li aliyê din hat zanîn ku malbat û parêzerên Baymiş, bi rapora derbarê tendirûstiyê de ya dê ji Saziya Tiba Edlî were, dê bi daxwaza berdanê serî li Wezareta Dadê bidin.