ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 ya Şakranê koma ji 30-40 gardiyan û leşkeran pêk dihat bi ser kawîşên girdiyan de girtin û neheqî li girtiyan kirin. Li ser vê yekê rageşî derket.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê koma gardiyan û leşkeran ku ji 30-40 kesan pêk dihat bi ser ode û kawîşên girtiyan de girtin. Leşker û gardiyanan di serdegirtina kawişan de neheqî li girtiyan kirin. Dijwar Îlhan, bi birayê xwe yê girtî Arslan İlhan re hevdîtin kir û wiha got: "Dema min bi birayê re xwe hevditin kir, dengê qerîn û hawarê dihat. Pêkanînên li Hêjmar T 4 xistin meriyetê niha li vir dixwazin têxin meriyetê. Dema min bi birayê xwe re hevdîtin kir birayê min rastî neheqiyê hat. Bi zanebûn rageşî û aloziyê zêde dikin. Ger ku tiştek bê serê wan dewlet berpirsiyar e. Em bang li parazvanên mafên mirovan û cemaweriyê dikin ku li hemberî van geşedanan hestiyar tev bigerin.
Rêveberiya girtîgehê jî têkildarî mijarê agahî neda telefonan.