KCD: Bi milyonan misilman di şer de Remezanê pêşwazî dikin

AMED - Komisyona Heq û Baweriyan a KCD'ê, bi minasebeta meha Rezemanê daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi milyonan misilman di bin şer de Remezanê pêşwazî dikin.

Komîsyona Heq û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta meha Remezanê daxuyaniyek nivîskî da. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Rojhilata Navîn a ku hemû ol lê derketine holê, di roja me de şerê herî dijwar lê tê meşandin. Îsal jî bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê bi milyonan misilman di bin şer de meha Remezanê pêşwazî dikin û di nava şert û mercê zehmet de ji neçarî wê rojiyê bigirin. Lê belê, Îslamiyet ji destpêkê wekî olekî li hemberî neheqiyê, bêdadiyê, wêdekirinê, dijminkirinê û zilmê serî rakiriye, derketiye holê û hatiye heta roja me."

KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtikayên Erdogan û wiha got: "Di roja me de ku alema misilman ji her demê bêhtir hewceyiya wê bi aştiyê heye, dîktatorên wekî Erdogan îslaiyetê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne û dike amûrê şerê xwe yê qirêj. Vê yekê jî di serî de li ser misilmanan û hemû civakê dimeşîne. Nirxên herî pîroz ên îslamiyetê, kirin amûrê polîtîkayên xwe yên zilmê û bi vê re Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê. Vê yekê bes nedîtin û bi vê re misilman bera hev dan. Çeteyên bûne bela serê mirovahiyê yên wekî DAIŞ’ê bi hovîtiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn dimeşînin mînaka li ber çavan ê vê yekê ne."

AKP SÛRÊ DAGIR DIKE

KCD'ê, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser nêzîkatiyên Erdogan û AKP'ê û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Dijminê îslamê Erdogan-AKP di bin navê “Veguerandina bajaran” de malên welatiyên yek ji bajarê berxwedana cewherî Sûrê dagir dike. Li hemberî welatiyên li hemberî vê dagirkirinê li ber xwe didin zilm û zordariyê rewa dibîne û hewl dide bi birçîbûn û bêavhiştinê terbiye bike. Di meha Remezanê de hewl didin li Sûrê Kerbeleya duyemîn bidin jiyîn. Ev pêkanîna bêavhiştina welatiyên Sûrê careke din dijminatiya Erdogan-AKP’ê ya li hemberî kurdan radixe ber çavan. Ji ber vê yekê zalim kî dibe bila bibe, polîtîkayên zilma xwe bi kîjan navî û hincetî ve girê didin bila bidin, dijderketin û berxwedana li dijî wan û ji bo îslama rastîn li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bi cih bikin û bikin cihên jiyanê peywira sereke ya hemû misilmanan e. Divê neyê jibîrkirin ku di meha Remezanê de rûniştina li ser sifreya zalim û dîktatoran, cihgirtina li kêleka wan tê wateya qebûlkirina hovîtiya wan e. Di meha Remezanê de xwedîderketin, hevkarî û cihgirtina li cem gelên Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Silopî, Gever û bajarên din ên berxwedana cewherî lê hatin meşandin, ji zalim û dîktatoran re bibe bersiva herî mezin.

KCD'ê herî dawî meha Remezanê pîroz kir û wiha got: "Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin tu bi xêr hatî meha Remezanê ya pîroz. Hêvîdarin ku hestên hevkarî, hezkirin, rêzgirtin, biratî, dostanî û aştiyê kunt ê xwestin j holê bên rekirin di meha Remezanê de xurtir bikin."