‘Hezar û 86 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne'

ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di hefteya 384’emîn a lêgerîna dadê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku hezar û 86 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiya 384’emîn li ber Qada Sumerbankê pêk anî. Di daxuyaniya ku pankartên “Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûs dimirin” û “Tiba Edlî bû îdam dadgeh bûn cihên înfazê” hat hilgirtin de nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Li ser navê ÎHD’ê Rêveberê ÎHD’ê Denîz Bayrak daxuyanî da.

‘DI SALEKÊ DE 172 GIRTIYAN JIYNA XWE JI DEST DAN’

Bayrak, diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di du salan de ji ber nexweşiyên giran 171 girtiyên nexweş ji bo cezayê wan paşde bê dayîn serlêdan kirine û wiha got: “Hêjmara girtiyên ku cezayê wan hatiye paşdexistin lê hêjî ne hatine berdan 841 kesin. Li Saziya Tiba Edlî 841 girtiyên ku ji bo cezayê wan paşde bê dayîn guncaw hatine dîtin hene. Ligel vê jî nayên berdan û dîsan ji ber rapora hezar û 86 girtiyên nexweş jî ne hatine pejirandin li benda mirinê ne.”

Bayrak ji daneyên wezaretê yên derbarê girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane mînak dan û wiha pêde çû: “Wezaretê got k udi 5 salên dawî de ji girtiyên hatine berdan 451 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 girtiyên rewşa wan giranin û hêjî ne hatine berdan hene. Li gorî qeydan herî zêde di salan 2016’an de girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Sala bihûrî 172 girtî û hikûmxweran li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane û di 2 mehên sala 2017’an de jî heftê herî kêm 3 kes girtî jiyana xwe ji dest didin.”

‘CEZAYÊ ÎDAMÊ YÊ JI DEMÊ RE HATIYE HIŞTIN’

Bayrak, da zanîn ku zextên li ser girtiyan piştî îlankirina OHAL’ê zêdetir bûye û wiha domand: “Ev rewş ji bo girtiyên nexweş xiraptir bûye. Gelek ji wan bi nexweşiyên ku li derve jî dermankirina wan zehmete li girtîgehê bi wan nexweşiyan re têdikoşin. Ev rewş girtiyên nexwe ber bi mirinê ve dibin. Bernedana girtiyên nexweş, muameleyek li dijî rûmeta mirovahiyê ye û cezayeke îdameyê ku ji demê re hatiye hiştin.

Bayrak, bal kişand ser rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di 76’emîn roja greva birçîbûnê de hatin girtin û wiha axivî: “Em wekî parêzvanên mafê mirovan, dixwazin ji bo mafê tendirûstiyê yê girtiyan bê dayîn, girîngî ji xizmetên tendirûstiyê re bê dayîn, ji bo girtiyên nexweş ji dermankirinê sûd bigirin tedbîrên pêwîst bên girtin û girtiyên rewşa wan giranin demildest bên berdan.”