WAN- Dizên ku paçeya navenda Van TV ya ku bi KHK'ê hat girtin şikandin û ketin hundir gelek amûrên teknîk ên navendê dizîn.
Diz ketin avahiya Van TV ya ku di 28'ê Îlonê de bi biryarnameya KHK'ê deriyê wê hat mohrkirin hat. Dizên ku pencere şikandin û di aliyê paşde ketin avahiya ku li taxa Suphan a Artemêtê ye gelek amûrên teknîkî dizîn û reviyan.
Piştî ji şikestina pacê hat fêmkirin ku diz ketiye avahiyê welatiyan agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê, piştî li avahiyê lêkolîn kirin ji bo diz bên girtin xebat dan destpêkirin.