Rûniştina F: Devrîm Ayik bi derziyan tevizandin

STENBOL - Komîsyona Girtigeha a ÎHD'ê ya Îzmirê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa rojnameger Devrim Ayik ê nexweş û diyar kir ku Ayik ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşilyurt Ataturkê hatiye razandin hefteyekê bi derziyên tevizaninê hat razandin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 270'ê yî de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Kesên di çalakiyê de kom bûn, pankarta “Tecrîd dikuje, Bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin", "Tecri dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Di çalakiya rûniştinê de bê navber siloganên "Dermankirin heq e, nayê asteng kirin", "Mirov bi mafê xwe mirov e" û "Dawî li îşkenceya OHAL'e bînin" û "Bila Devrim Ayik bê berdan" berz kirin. Parazvanên mafên mirovan bal kişand ser rewşa Rojnameger û xebatkarê Kovara Ozgur Halkê yê bi nexweşiya crohn a kronîk a roviyan Devrim Ayik û xwestin bê berdan. Li ser navê komîsyonê Aktîvîstê ÎHD'ê Taylan Bekin daxuyani da.


‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN'

Bekîn, bal kişand ser zextên li ser girtiyan ên piştî OHAL û KHK'yan û wiha got: “Dewlet bi gef, zext û tundiyê dixwaze hêza muxalif bêdeng bike. Bi OHAL'an re muameleyên xerab û zextên li ser girtiyan zêde bûn. Mafê jiyanê yê gerdûnî hat hat binpêkirin. Mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin. Rejîma Yek Mirov ji bo rejîma xwe tirsê mezin dike û girtiyên nexweş derman nake.
Girtiyê nexweşê Crohnê Ayik 2 sal berê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Devrim Ayik, bi nexweşiya zikêş, îshal, sincirina leş, windakirina kîloyan, bêhali û gelek nexweşiyên din re têdikoşe. Bi nexweşiya kronik Crohnê ye. Dive Ayik Serbest bê berdan. Ayik ku li Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 1 a Îzmirê ji ber nexweşiyê niha li Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Yeşilyurt Ataturkê bi derziyên tevizandin."

Bekîn, da zanîn ku dayika wî Hulya Ayik ku refakata kurê xwe dike jî anî ziman ku bi zanebûn kurê wê nayê dermankirin û wiha got: "Dermankirina Ayik tê astengkirin. Di 4 mehên dawî de ji ber xwîn verşiya û rewşa wî gelek gran bû rakirin nexweşxaneyê. Berpirsiyarê nexweşiya Ayik rayedarên dewletê ne. Rêveberiya Nexweşxaneya Kiriklarê ye. Di şeva 27'ê Nisanê de ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Ji ber eşên giran hefteyekê bi zerziyên tevizandinê hat razandin."

Bekîn, herî dawî xwest Ayik u hemû girtiyên nexweş bên berdan.