STENBOL - Xebatkarên TV 10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 34’an de çalakiya xwe berdewam kir: Xebatkaran diyar kirin ku dê tekoşîna xwe ya hiqûqî bibin qada navneteweyî
Xebatkarên TV 10 ku bi KHK'ê hat girtin di hefteya 34’an de li Qada Galatasaraye kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Sazî û rêxistinên elewî û Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta "Denê elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin" vekirin û dawîzên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Dengê gelan TV10 nayê bêdengkirin" bilind kirin.
Li ser navê xebatkarên TV 10 Gerînendeyê Giştî yê TV 10 Velî Buyukşahin, diyar kir ku televîzyona wan dengê gelê elewi û hemû kesên bindest bû û wiha got: "Li girtîgehan zêdeyî 100 rojnameger hene. Em dixwazin ku OHAL'ê rakin û rojnamegerên girtî bên berdan. Em dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin."
Çalakî ji bo komkujiya 28'ê Gulana 1980'an a Çorumê bi rêzgirtinê bi dawî bû.