MEREŞ - Ji 6 HDP’iyên li Mereşê hatin binçavkirin jê Hevserokê HDP'ê yê Mereşê Mehmet Alî Buyukozdogan jî heye 3 HDP'i hatin girtin.
Li Mereşê 3 roj berê Hevserokê HDP'ê yê Mereşê Mehmet Alî Buyukozdogan, rêveberên HDP'ê Huseyin Sayilir, Aydin Ogut û Rêvebera HDP'ê ya Narli Celal Teke, Tahir Ortaç û endamê HDP'ê Cevdet Deniz hatin binçavkirin û sewqî edliya Mereşê hat kirin. 6 kesên sewqî edliyê hatin kirin bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê ne" "û “Propaganda rêxistinê" ne sewqî dadgeriyê hatin kirin. Celal Teke, Tahir Ortaç û Aydın Ogut bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û Huseyin Sayilir, Hevserokê HDP'ê yê Mereşê Mehmet Ali Buyukozdogan û Cevdet Deniz jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mereşê. Hat zanîn ku Mehmet Ali Buyukozdogan nexweşê şekir û nexweşiya wî giran e.