NAVENDA NUÇEYAN - Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), politikayên PDK'ê rexne kir û xwest hikûmeta Herêma Kurdistan dest ji van pêkanînên xwe berde.
Lijneya Rêvebirina Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe daxuyanî û wiha got: "Di van rojên dawî de li Herêma Kurdistanê li ser endamên nûnertiya me ya Hewlêrê û gelê me yê ji Bakur koçberî Başûr bûne û li ser malbatên wan zexten mezin heye. Muameleyên kirêt û azarde li dijî wan her zêdetir dibin. Hêzên Asayîşa PDK'ê, gefan li gelê me yê Bakûr dixwe û ji wan re dibêje “Neçin HDPê” û car caran jî dibêje “beşdarî bizavên derbarê Bakur de nebin.”
HDP'ê, di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e û li Bakur jî partiya herî mezin e û wiha got: "Nûnertiya me ya Hewlêrê, endamên wê û malbatên endaman, rêz li yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin. Lê dîsa jî piştî Duhok û Zaxoyê, niha jî zext û fişar li ser nûnertiya me ya Hewlêrê heye. Em vê yekê qebûl nakin. "
'DEMÎLDEST DAWÎ LI ZEXTAN BÎNIN'
HDP'ê di dirêjahiya daxuyaniyêde xwest demildest zextên li ser Nûnertiya wan a Hewlêrê û endamên wan bi dawi bikin û wiha got: "Divê gelê me yê li Bakur ên ku ji ber bihiqûqiyê, ji ber binpêkirina mafên mirovan cih û warên xwe terikandine û berê xwe dane xaka birayên xwe, rastî zext û fişaran neyên. Şaredarî û rêveberiyên gelê me yê Bakur, ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin. Hevserokên wan ên Giştî, parlementerên wan, rêveber û endamên wan hatine girtin, lê ew rêz li yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêz li mafên wan ên mirovî bigire û biparêze û jiyaneke aram bo wan misoger bike û îcazeyê bide bo bicihbûna wan a li Başûr. Mafê wan ê sereke ye ku ew li Başûr bijîn. Gelê me yê Başûr jî her palpiştî û piştevaniya birayên xwe yên Bakur dike. Tiştê esas û dirust û birayane jî ev e."
HDP'ê bal kişand ser salên 1990'an û wiha lê zêde kir: Bakurî xwedî li gelê me yê ji Başûr, ji ber zilma Sedam koçkiribûn, derket. Tiştê esas û rast û siruştî jî ev bixwe ye. HDP, ligel hemû endam û rêxistin û sazî û destgir û hilbijêrên xwe, li Tirkiyeyê têkoşîna azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û aştiyê dimeşîne. Çendî rastî zext û bêhiqûqiyê bê jî, di têkoşîna xwe de bi rijd û bi biryar e. Hem ji bo azadî û yeksanî û mafên gelê kurd, hem jî ji bo mafên hemû gelan li ber xwe dide. Hêza me gelê me ye. Lewre bi raya me, divê HDP li Başûr rastî zextan neyê, divê piştevanî û palpiştî lê bê kirin."
HDP'ê heri dawî PDK hişyar kir û wiha got: "Nûnertiya Hewlêrê ya HDPê û xebatkarên wê, ne bi tenê û bêxwedî ne. Ew xwedî îrade ne û hewl didin da ku kêşeyên gelê me yê ji Bakur hatine çareser bikin. Eger derbarê kêşeyan de bêne agahdarkirin, dê her hewl bidin ku çareseriyeke hevpar pêk bînin. Pêşxistin û pêkanîna hiqûqa biratiyê, ji bo me hemûyan ya herî rast û bi xêr e. Bêrêzî, muameleyên kirêt, xêra me nîn e û xizmeta berjewendiya gelên me nake. Em wek HDP, li nûnertiya xwe û li gelê xwe xwedî derdikevin. Ew ne bi tenê ne."