‘Diwar dê bajar bike girtîgeh’

ÎDIR- Serokê CHP’ê yê Îdirê Îhsan Zor ê li hemberî diwarên li sînorê bajar tên çêkirin nerazîbûnên xwe nişan dan û diyar kir ku diwarê ku bê çêkirin dê bajar bike girtîgeheke “kibar". Her wiha Şaredarê Îdirê yê bere Mehmet Nurî Guneş jî got ku deriye sînor ji bo gel cihê bêhnvedanê ye, ger bê girtin dê gel terkî xizaniyê bê kirin.

Li Îdira ku sînorê Ermensitan, Nahçivan û Îranê ye bi hincta ewlehiyê 144 kîlometre diwar tê çêkirin û ev yek dibe sedema nerazîbûnan. Serokê CHP’ê yê Îdirê Îlhan Zor diyar kir ku kontrolkirina sînoran peywida dewletê ye û ewil jî divê li welat aramiyê pêk bîne. Zor wiha axivî: “Ger ku tu pêdiviyên welatiyan û ewlehiya civakî pêk neynî heta jorê 10 metre diwar jî çêkî qaçaxgerî jî hemû tişt jî dê biqewime.”

‘EV GIRTÎGEHEKÎ KIBAR E’

Zar destnîşan kir ku bi diwarên kut ê çêkirin tê xwestin welat bibe girtîgeh û wiha berdewam kir: “Ger ku diwar tê çêkirin ev girtîgehekî kibar e. 4 diwaran çeke û mirovan texe nav, mirov birçî nê lê li hemberî êrîşên ji derve tên di ewlehiyê de ne. Jixwe ew mirov li hundir jî ji derve jî bêewle ye ji ber ku birçî ye. Çar diwar çêkirin û mirov hepskirin kêrî tiştekî nayê.”

Zor anî ziman ku bi çêkirina diwaran baweriya gel bi dewletê nayê û wiha got: “Hûn tiştên ku divê dewlet ji bo welatiyan çêbikin pêk naynin. Hûn ê diwar çekin dê çi bibe? Tiştek nabe. Jixwe her tişt li holê ye. Di 15 salan de ev welat xira kirin, anîn vî halî.”

‘DERIYÊ SÎNOR JI BO MIROVAN BORUYA NEFESÊ YE’

Şaredarê Îdirê yê bere Mehmet Nurî Guneş ê di 2013’an de ji aliye Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hate girtin diyar kir ku deriye sînor ji bo gel çavkaniya debarê ye û wiha axivî: “DEriyê Sînor ji bo mirovan boruya nefese ye. Hûn gel ber bi xizaniyê ve dibin. Ev dê di warê exlaqî de rê ji dejenerasyonê re veke. Sînor dê di civakê de birînên civakî û psikolojik veke.”

‘POLÎTÎKAYA TESLÎM GIRTINÊ’

Guneş destnîşan kir ku diwarên beton ên ku tên çêkirin encama politikaya teslîmgirtiê ye û wiha got: “Ger hûn diwarên beton çekin hûn ê nebaşiyê bikin. Ger ku li cihekî bêaramî hebe li wir qala ewlehiyê nayê kirin. Ev civak di ewlehiyê de nîne. Jixwe civak bi polîtîkayê ewlehiyê hate rêvebirin lê bi ser neket.” Guneş anî ziman ku ev polîtîkayên hewî kêrî tiştekî nayê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji berk u çareserî, çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratik û aştiyane ye. Berovajî vê dê bibe teslîmgirtin. Ya girîng ew e ku hêza aboriyê, hêza kirine di civakê de pêk bê. Bi vî rengî hûn ê rê ji krîzên ku li kû biteqe nayê zanîn re rê vekin. Tekane çareserî demokrasi ye, bi gel re bûyîna yek e.”