Dema zozan bên qedexekirin…

WAN - Meşvanê bi navê Ender Şîpal ku li navçeya Şaxê ji ber “qedexeyê” nikare biçe zozanên ku bi hezaran cureyên kulîlkan lê, hene mecbûr ma ku kewarên xwe li baxçeyê mala xwe bi cih bike.

Meşvanê bi navê Ender Şîpal ê ku li navçeya Şaxê ya Wanê hilberîna hingiv dike piştî kuz ozan hatin qedexekirin kewarên xwe li baxçeyê mala xwe bi cih kir. Şîpal destnîşan kir ku qedexeya li herêmê û operasyonên ku berdewam dikin hingivê Şaxê ya bi navûdeng e roj bi roj tüne dike. Şîpal wiha axivî: “Li cihê ku şer hebe mirov nikarin rehet bikin. Em jî rehet nînin. Em zehmetiyê dikişinin ku kare xwe bikin.”

NEBAT PIR IN LÊ…

Şîpal anî ziman ku mêşvanî kare kal û pîrên wî ye û 6 sal in jî hingivê organik hildiberîne. Şîpal da zanîn ku li herêmê bi hezaran cureyên kulîlkan heye lê ji ber qedexeyê îsal nikarin xwe bigihînin van kulîlkan.

Şîpal got ku qedexeyê bandor li ser hemû kesan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mêşvan nikarin mêşên xwe bibin zozanên bilind. Mêşvan van zehmetiyan dikişinin. Li cihê ku şer hebe mirov rehet nake. Ji berk u zozan qedexe ye hilberîna me ya hingiv jî kêm bû. Daxwaza hemû kesan ew e ku careke din vegera pêvajoya aştiyê hebe û ev xwîn bê rawestandin.”