Meclîsên 'Na' dê bên xurtkirin

STENBOL - "Meclîsên Na"yê yên di referandûmê di eniya "Na"yê de roleke cidî hilgirtin ser xwe, dest nîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

"Meclîsên Na"yê yên di referandûmê di eniya "Na"yê de roleke cidî hilgirtin ser xwe, ji bo rojên pêş niha hin planan amade dikin. "Meclîsên Na"yê hewl didin ku bi awayekî hîn xurtir li dijî encamên biqusûr ên referandûmê bitêkoşin.

‘XETEREYA SEROKATIYÊ DIDOME'

Endama Meclîsa Na ya Beşîktaşê Nurseli Gozuaçik wiha got: "Li gel domandina van berxwedanan, Meclîsa Na a Beşîkatşê bû yek ji navnîşana şêwirê ya civakê. Em ê hebûna xwe bidomînin. Hîn jî ji bo me xetereya serokatiyê neqediyaye. Dengê 'Erê' bi awayekî şaîbeyî derxistin, hîn jî OHAL bi dawî nebûye. Di pêvajoyên wisa de di bin sîwanekê de em dikarin ji derheqê van pirsgirêkan derkevin. Dê ji niha û pê ve jî meclîs li hemberî 'Serokatiyê' bitêkoşin."

'TÊKOŞÎNA ME DÊ BERDEWAM BIKE'

Endamê Meclîsa Na a Kadikoyê Koray Turkay jî diyar kir ku ew nîqaşên "Ew ê çawa li hemberî vê rêveçûna ber bi faşîzmê ve çûye bitêkoşin" dikin û wiha got: "Divê pirsgirêk girêdayî meseleya guherandina rejîmê bên nirxandin. Navê guherandina meclîsê jî tê nîqaşkirin. Divê bi taybetî em girîngiyê bidin pirsgirêkên kesên ku bi KHK'yan ji kar tên avêtin. Divê li taxan bêtir xebat bên kirin. Em ê di ser karên şênber re bi piştevaniya girseyê tevbigerin." Turkay, diyar kir ku divê têkoşîna yekbûyî esas bê girtin, bertekên li hemberî otorîteriyê bidomin, girîngî bi pirsgirêkên çîna bindest re bê danîn û meclîsên "Na"yê bên xurtkirin.

‘EM LI DIJÎ SEROKATIYÊ JÎ Û LI DIJÎ DERHUQÛQIYÊ NE JÎ'

Endama Meclîsa Na ya Şîşliyê Nehir Sevim jî anî ziman ku meclîsên "Na"yê ne girêdayî tu partî û rêxistinê ne û wiha axivî: "Wek Meclîsa Na ya Şîşliyê meclîsa me ji her kesî re vekiriye û bêyî avaniya wê ya demokratîk bê xerakirin em ê xebatên xwe bi rê ve bibin. Rojeva me ya niha piştevaniya bi Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ye. Tewra êrîşkar a polîsan a vê hefteyê, ji ber ku berxwedana Semih û Nuriye derhuqûqiyên KHK û rejîma serokatiyê derxistin holê bû. Em ê tim li hemberî serokatiyê û derhuqûqiyên wê rawestin."