Rojnameger Çoban 9 meh in bê îdîa girtî ye

EDENE - Di dosyeya xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Şirin Çoban a ku 9 meh in li Mêrsînê girtiye bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyînek çênebûye. Li gel vê Çoban bi pirsgirêkên tenduristiyê û cezayan re jî rû bi rû ye. Parêzerê Çoban Tugay Bek wiha got: "Divê tenduristiya Çoban û dema wê ya girtinê li ber çavan bê girtin û bê tehliyekirin."

Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên ku di Îlona 2016'an de li Mêrsînê hatin binçavkirin û paşê bi "propagandaya rêxistinê" hatin girtin, zêdeyî 9 meh in girtî ne û hîn jî dosyeya wan nehatiye vekirin. Hat zanîn ku dosyeya wan bi lêpirsîna hin kesên din re hatiye yekkirin. Parêzer Tugay Bek, ragihand ku li ser dosyeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hat amadekirin biryara "nepeniyê" heye.

Bek, ragihand ku ji ber pirsgirêkeke di çena wê de muwekîla wî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ye û bi alîkariya girtiyan jiyana xwe îdame dike. Bek, da zanîn ku di çeneya Çobanê de nerihetiyeke kronîk heye û ji ber vê di xwarin û vexwarinê de ditengije. Bek, ragihand ku li girtîgehê Çoban muhtacî lênihêrînê ye û wiha axivî: "Ev nerihetiya wê dem bi dem zêde dibe. Wê ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê kirine û ji bo vê nexweşînê emeliyat pêşniyarî wê kirine. Lê heta niha ev emeliyat çênebûye. Em li bendê ne ku di demeke kurt de ev emeliyat çêbibe. Divê tenduristiya Çoban û dema wê ya girtinê li ber çavan bê girtin û bê tehliyekirin."

'BI DOSYEYÊN BÊ ELEQE ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'

Bek, anî ziman ku 9 meh in ku Çoban û Îlkan girtî ne û heta niha îdianameya wan nehatiye amadekirin. Bek, bi bîr xist ku biryara "nepeniyê" ya li ser dosyeyê hîn jî didome û dosyeya lêpirsînê bi ya kesên ku tu eleqeya wan pê re tune ye hatiye yekkirin. Bek ê ku got "Qenaeta me ew e ku sirf ji bo ji dosyeyê 'şemaya rêxistinê' derxînin dosye kirine yek" wiha axivî: "Kesên hevdu nas nakin bi vî awayî bûne gumanbarê heman dosyeyê. Li vir tawanbariyeke têkildarî 'endamtiya rêxistinê' heye û qenaeta me ew e ku ji ber têkildarî vê tiştek bi dest nexistine serî li vê riyê dane. Ji ber ku nikarin kesekî tenê bi 'endamtiya rêxistinê' darizînin, îjar gelek kesî dixin heman dosyeyê û wek rêxistinek û fealiyetên rêxistinî hebin didin der. Qenaeta me ew e ku yekkirina dosyeyan bi vê armancê hatiye kirin."

'CEZA LI SER CEZA'

Bek, anî ziman ku doza muwekîla wî nayê vekirin û bi derengî tê xistin. Bek, dest nîşan kir ku ev şiklekî cezakirinê ye û wiha got: Li gor me, ev dosye herî zêde ji bo propagandayê dikare bê vekirin. Heke wisa bûna jî diviya niha bihatana tehliyekirin. Yanî heke ji cezayê propagandayê bê mehkûmkirin jî, dibe ku rojekê jî neyê ragirtin." Bek, da zanîn ku ji ber biryara "nepeniyê" mafê wan ê parastinê tê astengkirin û ji bo biryara "nepeniyê" bê rakirin ew tevdigerin. Bek, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê ya ku Çoban lê tê ragirtin û got ku, li girtîgehê bi awayekî zêde binpêkirinên mafan çêdibin. Bek wiha domand: "Hin girtî ji ber cezayên kêfî, ev nêzî salekê ne ku nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin. Ceza li ser ceza li girtiyan dibirin."