ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulaziz Tanrikolu, dema li hewadariya girtîgehê volta davêt bi hinceta "guh nedaye hejmariyê" 11 rojan cezayê hucreyê lê hat birîn û bi vî awayî tehliyeya wî sal û 18 rojan hat dirêjkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulaziz Tanrikolu, di 17'ê Adara 2010'an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Paşê Tanrikulu di 5'ê Adara 2013'an de tehliye bûbû. Ji ber cezayê wî hat teqezkirin di 7'ê Gulana 2015'an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Dema ji tehliyeya wî re 81 roj man di 31'ê Cotmeha 2016'an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Giresûnê hat kirin. Di 9'ê Cotmeha 2016'an de rêveberiya girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Tanrikolu birî û cezayê wî sal û18 rojan dirêj kir.
DEMA VOLTA DAVÊT 11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ HAT BIRÎN!
Tanrikolu, di nameyê xwe de wiha ragihand: "Hat derpêşkirin ku serê sibehê me nexwestiye em hijmartinê bidin û bi vî awayî bi cop û mertalan li girtî û hikumxwaran dan. Gelek hevalên me ji hin cihên xwe birîndar bûn û ser û çavên wan di nav xwînê de man. Dema ev hemû diqewimîn, ez û hevalekî xwe li hewadariyê bûn û me volta davêt." Tanrikolu, ragihand ku wî hem bi devkî hem jî bi nivîskî îtirazî vî cezayî kiriye, lê belê hatiye redkirin. Tanrikolu, diyar kir ku ji bo rakirina "Biryara Berdana Şertî" wî serî li Dadgeha Cezayê Giran a Gîresûnê daye.
Tanrikolu, anî ziman ku dadgeha ku daxwaz qebûl kiriye, hemû îtirazên wî jî red kirine û daxwaz qebûl kiriye.
‘BÊEDALETÎ Û DERHUQÛQÎTÎ YE'
Tanrikolu, anî ziman ku bi awayekî kêfî ji bo rê li ber tehlieyya wî ya şertî bê girtin cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Tanrikolu, da zanîn ku dema ew li hucreyê dihat ragirtin mudetnameyek jê re hatiye şandin û tê de hatiye diyarkirin ku dê cezayê wî di 5'ê Sibata 2018'an de biqede. Tanrikulu li hemberî vê biryara ku sal û 18 roj cezayê wî dirêj kir wiha bertek nîşan da: "Ev bêedaletî û derhuqûqîtî ye." Tanrikolu wiha domand: "Ji min re dibêjin tu yê cezayê xwe bikişînî, tiştê bûye ji xwe bûye. Bawer im mirovên ku li hemberî vê derhuqûqiyê rawestin hene."