AMED- Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, pêşengên qenaetî û ekolojîst li dijî rûxandin û talana ku di bin navê "veguherandina bajêr" de li Sûra Amedê çêdibe li hev dicivin.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, rûxandina ku di bin navê "veguherandina bajêr" di 23'yê Gulanê de bi makîneyên karî dest pê kir hîn jî didome. Herî dawî ji bo welatî malên xwe biterikînin av û ceryana taxan hat qutkirin. Li hemberî vê rewşê dê Saziyên Civaka Sivîl (STK), partiyên siyasî, parlementer, pêşengên qenaetî û ekolojîstên li bajêr li hev kom bibin.
Dînamîkên bajêr ên ku dê li hev bicivin, dê li ser mijarên parastina mîrateyên çandî û dîrokî yên li Sûrê û dîplomasiya têkildarî vê mijarê nîqaş bikin. Piştî nîqaşan, dê salnameya çalakî û pêşandanên ku li hemberî rûxandin û talankirina li navçeya Sûrê tê kirin bê diyarkirin.
Dê ji bo welatiyên ku av û ceryanên wan hatine qutkirin starta kampanyayên xwarinên fitariyê bên dayîn.
Dînamîkên bajêr dê ji bo parastina mîrateya dîrokî û çandî ya Sûrê û rawestandina rûxandinê nameyan ji saziyên netewî û navnetewî re bişînin.
Hevgirtiyên bajêr dê saet di 10.00'an de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DBP'a Amedê li hev bicivin.